Şêniyên Tirbespiyê şehîd Seîd El-Xêrawî oxir kir

Şêniyên navçeya Tirbespiyê şehîd Seîd El-Xêrawî (Ela Tirbespiyê) li Goristana Şehîd Dilşêr oxir kir.

Şêniyên Tirbespiyê şehîd Seîd El-Xêrawî oxir kir
26 mijdar, 2021   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Seîd El-Xêrawî di 22`yê Mijdarê de şehîd bûbû.

Di merasîma li goristanê de, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî axivî û sersaxî da malbata şehîd. Zekî got: “Li vê cihê pîroz em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hember fedakariyên wan ditewînin ku ji bo yekitî û azadiya gel kirine. Em deyndarên wan in.”

Ji fermandarên QSD`ê Mihemed Zêdan jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan, da.

Piştî bidawîbûna axaftinan, girseya gel cenazeyê şehîd Seîd li goristanê veşart.

(şx)

ANHA