​​​​​​​PYD: Gelên cîhanê PKK`ê wek parêzvan û rizgarkera xwe dibînin

PYD`ê salvegera 43`yan a avakirina PKK`ê pîroz kir û got “PKK bersiva hewldanên hêzên hegemonîk ên ji bo qirkirina gelan da. Bi vê yekê di dilê gelên cîhanê de cih girt. Êdî gelên cîhanê PKK’ê wek rizgarker û parêzvana xwe dibînin."

​​​​​​​PYD: Gelên cîhanê PKK`ê wek parêzvan û rizgarkera xwe dibînin
26 mijdar, 2021   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kir û banga derxistina PKK`ê ji 'lîsteya terorê' kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Şoreşên ku berê dîrokê guherand, ji nava gelên ku bûne qurbaniyên zilm, zordarî û neheqiyê derketin û wek çirûskekê dest pê kir.

Avabûna PKK'ê, encama zilm û neheqiya li ser gelê Kurd bû. Di encamê de mirovên xwedî ramanên azad, îrade û kesayeta Kurd a girêdayî nirxên nîştimanî û mirovî derkete holê. Paşê ew kes bûn kom, piştî konferansa xwe ya damezirandinê di sala 1978`an de bû partiyeke siyasî. Vê partiyê bi exlaq û baweriya kadroyên xwe, girêdana wan a bi nirxên civaka Kurd di warê wêrekî û fedakarî û redkirina serîtewandin ji hêzên zordar re, cihê xwe di dil û ramana hemû Kurdan de girt. Ji ber ku ev yek di pratîkê de pêk anîn, ev partî bû sedem ku wek partiya şehîdan bê binavkirin.

Eniya dijberî azadiya gelan û mafên wan ên demokratîk û di serî de dewleta Tikr bê deng nema. Lê belê ji bo pêşî li belavbûna fikr, exlaq û ruhê berxwedanê yê partiyê di nava gelê Kurd û gelên din de bigire, serî li hemû şêwazên zext, şîdet û reşkirinê da û mîna di dîrokê de rû daye, di nava kurdan de ajantî bi pêş xist. Paşê partî kir “lîsteya terorê” da ku tevgerên wê li qada cîhanê asteng bike û nehêle têkiliyan bi sazî û rêxistinên navnetweyî re deyne. Dema dît ku Tevgera Rizgarkiriya Kurdistanê her ku diçe mezintir dibe û li pêşiya planên wê yên li herêmê bi giştî dibe astengî, komploya navneteweyî bi tevlêbûna hemû hêzên hegemonîk pêk anî da ku pêşengê vê têkoşînê rêber Abdullah Ocalan bigire.

Ruxmî van hemû hewldanan û dijminahiya eşkere jî partiyê bi nirx û fedekariya kadroyê xwe û fikrê saxlem ê rêber Apo bi pêş xistiye, karî paradîgmayeke nûjen a bi navê projeya "neteweya demokratîk" li gorî rêgezên "federalîzma demokratîk" ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye di pratîkê de pêk bîne. Ev prardîgma biryatiya gelan û jiyana hevbeş li şûna şer dipejirîne. Ev şerê ku ji bo destwerdaneke derve û hêzên mêtinger zemîneke xurt diafirîne. Vê partiyê bi fedakarî û biryardariya endam, alîgir û tifaqên xwe karî li hemberî hêzên herî tarî hegemonîk û rêbazên tinekirinêli ber xwe bide.  Ji ber wê vê partiyê di dilê gelên cîhanê de cihekî hêje bi dest xist. Edî gel wê wekî rizgarkera xwe û parêzvana ji terora cîhanî dibîne.

Em 43'yemîn salvegera damezirandina PKK'ê li gelên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em bawer dikin ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bûye çavkaniya wêrekî û mînaka fedakariyê ji bo parastina gelan û mafên wan. Em wê weke çavkaniyeke fikrî û felsefî ya projeya neteweya demokratîk dibînin ku em ji bo avakirin û pêkanîna wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin. Em bang li hemû hêzên alîgirê demokrasî û mafên mirovan dikin ku ji bo derxistina wê ji “lîsteya terorê” tev bigerin. Her wiha em bang li raya giştî dikin ku beşdarî kampanyayên bi armanca azadkirina serok Apo û rakirina sîfeta “terorê” ji PKK'ê bibin."

(şx)

ANHA