Salvegera avakirina PKK li Binarê Qendîlê tê pîrozkirin

Bi dirûşmeya ‘Bi ruhê berxwedana Werxêlê em mohra serkeftinê li 44. Salvegera PKK’ê didin’, bi sedan kes li Binarê Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê salvegera avakirina PKK`ê pîroz dikin.

Salvegera avakirina PKK li Binarê Qendîlê tê pîrozkirin
26 mijdar, 2021   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

27’ê Mijdarê salvegera 43`an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Bi rasthatina 27’ê Mijdarê re li seranserê Kurdistan û welatên Ewropayê şahiyên pîrozbahiyê tên lidarxistin.

Îro bi dirûşmeya ‘Bi ruhê berxwedana Werxêlê em mohra serkeftinê li 44. Salvegera PKK’ê didin’ li binarê Qendîlê şahiyek tê lidarxistin.

Bi sedan kes ji navçe û bajarên herêma Kurdistanê berê xwe dane gundê Bokirîskan a Binarê Qendîlê û tev li pîrozbahiyê bûne.

Di pîrozbahiya salvegera damezirandina PKK’ê de alên PKK’ê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hatine hildan. Wê hunermend Berhem Şemamî û hin hunermendên din di şahiyê de û stranên xwe bêjin.

Tê payîn ku şahî heta êvarê dewam bike.