Li pêş Komseriya NY’yê ya li Beyrûtê bi boneya 25’ê Mijdarê, protesto

Koordînasyona Kongreya Star û Meclisa Jinan a PYD’ê ya Lubnanê bi beşdariya Komeleya Newroz û Komeleya Jîn û gelek çalakgerên jin ên lubnanî li pêş Komseriya NY’yê ya li Beyrûtê protestoyek li dar xist û daxuyaniyek bi boneya 25’ê Mijdarê hat dayîn.

Li pêş Komseriya NY’yê ya li Beyrûtê bi boneya 25’ê Mijdarê, protesto
25 mijdar, 2021   21:12
BEYRÛT

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan rêxistinên jinan li pêş avahiya Komseriya NY’yê ya li Beyrûtê armancên xwe eşkere kirin û gelek axaftin kirin, her wiha bang li raya giştî ya cîhanê kir ku tedbîr û gavên ji bo bidawîkirina tundî û nijadperestiya li dijî jinan pêk bînin.

Her wiha rêxistinên jinan di axaftinên xwe de banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir ku sûc û binpêkirinan li dijî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin.

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Lubnanê daxuyaniyek li pêş avahiya Komseriya NY’yê da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dema em dibêjin jin, wê demê em dibêjin dayika xwedawend a pîroz a gewre ku jiyan û rih e. Naşike, koletiyê û zulmê nake û qebûl nake. Di dîroka mirovahiyê de destan û qehremantî nivîsandine. Bi derketina rejîma baviksalariyê re ya ku jiyana demokratîk çewisandiye,  serdema pîrozbûn û dayikbûnê veguherand serdema zihniyeta mêrdestiyê ku tê de koletî, bindestî, zulm heye, bi taybet di serdema şer û hêza çekê ya li herêmê de ku êdî tu ewleh û aştî tune ne. Jin bi hebûna dagirkeriyê rast tevahî cureyên tundî, qetilkirin, koçberkirin, wêrankirin û penaberkirinê hat. Her wiha di honvanetirîn cureyên sûcan re derbas bû.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku, heta li Lubnanê jî jinên lubnanî rojane di hemû cureyên tundiyên gotinên nebaş û moralê re derbas dibin, di vê dawiyê de jî tundiya cesedî, tecawîzkirin û qetilkirinê jî çêbû. Ev yek jî li ser jiyana jinan xeter e, bi taybet digel hilweşîna aborî û pandemiya vîrusa Koronayê ku êdî jin neçarin li mal bimînin û nikarin birevin cihekî ewle.

Di daxuyaniyê de têkildarî hejmara jinên rastî tundiyê tên hat destnîşankirin ku di navbera ji sedî 100, 120 heta bi 180’î ji jinan de rastî tundiyê tên. Ev hejmara pir xeter in, tundî berdewam e û bi zêdebûna tundiya li dijî jinan li tevahî herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê re hîna gelek jin û keç rûbirûyî azarên jiyanên yên rojane ne çi li mal çi jî li kolanê.  Lê digel pandemiya vîrusa Koronayê û mayîna jinan li malan, qurbaniyên tundiya malbatê li welatên Rojhilata Navîn, Bakurê Arîkayê zêde bûn, ji wan dewletan jî, Cezaîr, Iraq, Urdin, Mexrib, Tunisê ye. Li Cezaîrê ji ber qedexeya derketina derve ya giştî, herî kêm 39 rewşên qetilirinê yan jî îşkenceya li dijî jinan ku di encamê de hatin kuştin, çêbûn. Li Tunisê jî hîna tundiya li dijî jinan û nijadperestiya li hember jinan berdewam e, nexasim jî di miijarên zewac, mîras, dayîngeha zarokan de.  Li Lîbya jî milîs û komên çekdar  îşkenceya bedenî, siûqastkirin, revandin, tundiya cinsî û hemleyên reşkirinê bi rêya tevnên civakî li dijî jinan pêk dianîn.

Rojek têrê nake ku tundiya li dijî jinan were bidawîkirin, lê belê divê bi rêya şoreşa li dijî zihniyeta mêrdestiyê ku li dijî jinan disekine  parastina jinan were kirin, her wiha têkoşîna li dijî tevahî şêweyên tundî, zulm, bindestiyê were berdewamkirin û divê jinên serhişkiyan dikin bêdengiyê bişikînin û zulma ji hêla mêran ve li dijî wan tê kirin, eşkere bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Meclisa Jinan a PYD’ê tevahî sûcên li dijî jinan şermezar dike û bang li civakê dike ku bi şerê taybet bandor nebin û nekevin xefka wê. Her wiha bang li jinan kir roleke pêşeng ji bo sekna li dijî kiryarên şerê taybet li dijî jin û civakê, bilîzin.

(fr)

ANHA