ꞌPKK gel şiyar kir û jin ji qeyd û bendan rizgar kirꞌ

Du welatparêzên ji koçberên Efrînê ku li Şehbayê dimînin diyar kir ku PKK`ê bandorke mezin li kesayeta wan kir, gel şiyar kir û rêya azadiyê nîşanî wan da.

ꞌPKK gel şiyar kir û jin ji qeyd û bendan rizgar kirꞌ
25 mijdar, 2021   08:44
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Welatparêzan ji ajansê re diyar kir ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gel hişyar kir û bi rêya kadroyên xwe giraniyeke xwe di nav gel de çêkir.

Mihemed Qasim ê ji kantona Efrînê ya dagirkirî ku li Şehbayê dimîne wiha behsa naskirina xwe ya bi partiyê kir: "Sala 1988`an min PKK`ê nas kir, ew jî bi rêya civîna ku şehîd Selîm ji şêniyên gundê Ibêdan a navçeya Bilbilê ya kantona Efrîna dagirkirî re li dar xistibû. Hêz û nêzîkatiyên şehîd Selîm ku ji têkoşîna di nav partiyê de wergirtibû, bandoreke mezin li min kir, ji lewm min biryara têkoşînê da."

ꞌTEVGER NÊZÎ GEL BÛ Û HÊZA XWE JI JÊ DIGIRTꞌ

Mihemed Qasim PKK`ê bi partiyên din ên wê demê re berhev kir û got: "PKK'ê ji partiyên din cuda bû, nêzî gel bû, hêza xwe ji gel digirt û di têkoşînê de xwe dispart gel. PKK'ê tevgera yekane ya hêviya me ya azadiyê bû, ji lew re tevî zextên hikumeta Şamê û tirsandina gel jî, me dev ji têkoşîna xwe berneda, heta em jiyana xwe bêyî tevgerê xayal jî nakin."

'ME SERÎ JI ZEXTAN RE NETEWANDꞌ

Qasim li ser zextên hikumeta Şamê û girtina xwe wiha got: " Sala 2007`an ez 6 mehan di girtîgeha ewlekariya siyasî ya bajarê Helebê de mam. Di girtîgehê de celadên hikumetê bi awayekî hovane îşkence li me dikirin, li aliyekî din jî ez 27 rojan di hucreya takekesî de mam, lê dîsa jî em bi doza xwe bawer in û ev zext bi armanca dûrxistina me ya ji tevgerê bû, lê dîsa me serî netewand."

ꞌPKK`Ê ME BI RASTIYA ME DA NASKIRIN Û ME BI HÊZ KIRꞌ

Têkildarî bandora PKK`ê ya li  gel, Mihemed Qasim ev nirxandin kir: "Welatparêzî di wê demê de xwe dixist hundirê welatiyan de, ji lew re me asta girêdana wan bi tevgerê didît û em bûn şahidên tevlêbûna zarokên wan nava tevgerê. Tevgerê me bi rastî û mafên me da naskirin û rêya azadiyê ji me re vekir. Li aliyekî din jî bi rêya fikirên wê em bi hêz kirin û me bi hêza xwe ya li ser pêkanîna daxwazên gel ên rewa û dîrokî îqna kir."

' CARA YEKEM MIN DÎT KU JINEK PÊŞENGIYÊ DIKE'

Li aliyekî din jî Fewziye Hiso ku ji şêniyên kantona Efrînê ya dagirkirî ye behsa destpêka têkoşîna xwe ya di nava PKK'ê de kir: "Ez 13 salî bûm dema min nas kir ku dozek heye û divê ez xizmeta wê bikim. Girêdana bavê min bi tevgerê hebû. Dema 14 salî bûm ez gelekî bi hevala ku yekemîn civîna ez tev li bûm, bandor bûm, ji ber ku ew cara yekemîn bû ku ez dibînim jinek bi roleke pêşeng radibe."

Fewziye Hiso behsa hevdîtina xwe ya bi rêber Abdullah Ocalan re kir: "Min rêber Apo dît. Cara yekemîn ku min wî dît laşê min bi dîtina wî sar bû. Rêbertî kesayetek bi hêz û bi bandor bû, di civînê de behsa rola ciwanan di avakirina şoreş û serkeftina wan de kir. "

ꞌGIRÊDANA MIN A BI PARTIYÊ RE KESAYETA MIN AVA KIRꞌ

Fewziye Hiso behsa bandora xwe ya bi PKK`ê kir û got: "Girêdana bi partiyê kesayeta min ava kir û hişt ez ber bi azadiyê ve biçim. Li aliyekî din jî PKK'ê nêrîna min a ji gelek xal û ramanên ku min baweriya xwe pê dianî, guhart."

ꞌBI TEVLÊBÛNA TÊKOŞERAN RE NÊRÎNA CIVAKÊ YA JI JINAN RE HATE GUHARTINꞌ

Şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bandor li Fewziye Hiso dike. Li ser vê yekê dibêje: "Piştî şehadeta Bêrîtan dîmen ji me re anîn, di jiyana min de jî ev guhartineke bingehîn bû, ji lew re min ji bo gelê xwe soza têkoşînê da, heta ku ez jiyana xwe jî ji dest bidim. Di wê demê de nêrînên ku rola jinan tune dikir hebûn, lê bi derketina wan a ji çiyayan re nêrîna civakê ya ji jinan re hate guhartin û têkoşeran qeyd û bendên ku jinan asteng dikir, rakirin."

Fewziye Hiso di dawiyê de got, PKK`ê roleke girîng di şyarkirina gel de lîst û rêya azadiyê ji wan xêz kir.

(eh)

ANHA