Li Başûr çalakiyên xwendekaran dewam dikin

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên xwendekarên zanîngehan di roja 5’an de berdewam dikin. Li Kifrî û Ranyayê xwendekar îro jî li dijî nedana xercê û nebûna xizmetguzariyan xwepêşandana xwe didomînin.

Li Başûr çalakiyên xwendekaran dewam dikin
25 mijdar, 2021   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandana xwendekarên zanîngehan li dijî nedana xerca mehane û nebûna xizmetguzariyan li Başûrê Kurdistanê di roja pêncan de didome.

Xwendekarên Zanîngeha Raperîn vê sibehê li navçeya Ranyayê dest bi xwepêşandanê kir. Xwendekar diyar dikin heta daxwazên wan bi cih bên dê xwepêşandana wan berdewam bike.

Li bajarokê Kifrî yê Germiyanê jî xwendekar bi daxwaza dayîna xercan, xizmetguzariyên wargehan û tayînkirinê dest bi xwepêşandanê kir. Xwendekaran rêya sereke ya Kelar-Kifriyê li ber trafîkê girtiye.

Li Silêmanî, Helebçe, Koye, Seyîdsadiq, Hewlêr û Kelarê 5 roj e xwendekarên zanîngehan li dijî nedana xerca mehane û nebûna xizmetguzariyên wargehan li qadan in û daxwaza mafên xwe dikin.