Rojnameyên erebî: Amerîkayê hin bendên qanûna cezayên li ser Sûriyê guhertin

Rojnameyên erebî vê sibehê têkildarî rewşa Sûriyê, Lîbyayê û aloziya penaberan a li ser sînorên Belarûsya-Polonyayê nivîsand.

Rojnameyên erebî: Amerîkayê hin bendên qanûna cezayên li ser Sûriyê guhertin
25 mijdar, 2021   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WASHINGTON CEZAYAN DIGUHERÎNE DA KU ALÎKARIYA SÛRIYAN BIKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Ji bo ku rê li pêşiya rêxistinên mirovî û yên xêrxwaziyan veke ku dixwazin alîkariya gelê Sûriyê bikin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku dê gelek bendên qanûna cezayên li ser Sûriyê ferz kiriye, guhertine.

Guhertinên dawîn û guhertina têkildarî rêxistinên sivîl, derfetê dide rêxistinên sivîl ku bi awayekî baştir tev li xebatên mirovî bibin.

Derfet ji bo 6 xebatan hat dayîn ku qezencê armanc nakin, da ku projeyan li Sûriyê li dar bixin. Ev jî wiha ne: Kirîna berhemên petrolê ji Sûriyê da ku li welêt werin bikaranîn. Sînordarkirina danûstandinan bi endamên hikumeta Sûriyê re di nav de projeyên mirovî yên ku pêdiviyên bingehîn ên mirovî peyda dikin.

Avakirina demokrasiyê û lidarxistina projeyan ji bo piştgiriya warê perwerdeyê. Pêşxistina projeyên geşepêdanê ku tenê sûrî sûd jê werdigirin. Destekê bide parastina mîrasa çandî.

Wezareta Gencîneyê piştrast kir ku hikumeta DYA’yê girîngiyê dide xebatên gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re, da ku azarên gelê Sûriyê sivik bike ku hê jî bi nakokiya çekdarî, tunebûna xwarinê û pandemiya Koronayê re rû bi rû maye.”

‘73 NAMZET TEV LI HILBIJARTINÊN SEROKATIYÊ YÊN LÎBYAYÊ DIBIN’

Der barê rojeva Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Çavkaniyan eşkere kir ku Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Lîbyayê bernamzetiya 73 kesan qebûl kiriye da ku tev li hilbijartinên serokatiyê bibin ku tê payîn di 24`ê Kanûnê de li dar bikevin. Her wiha piştrast kir ku komseriyê navê kurê Muemer Qedafî; Seyfulîslam El-Qedafî ji lîsteyê derxistiye.

Heman çavkaniyan got 25 kes ji lîsteyê hatine dûrxistin. Pêr serokê komseriyê Îmad El-Saêh ragihand ku hejmara dawîn a namzetan gihaştiye 98 kesan, di nav de 2 jin hene.”

‘PENABERÊN JI ROJHILATA NAVÎN BÛNE AMÛRÊN ŞEREKÎ NÛ YÊ SAR’

Têkildarî aloziya penaberan rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Bruksel serokê Belarûsyayê Aleksander Lukashenko tawanbar dike ku ji bo ku tola xwe ji cezayên rojavayî hilîne, derfet da ku ji havînê ve bi hezaran penaber bigihêjin welatê wî.

Bi hatina zivistanê re bi hezaran penaberên ji Sûriye, Iraq û Yemenê li ser sînorên Belarûsya û Polonyayê asê mane. Armanca penaberan diyar e ku di zûtirîn demê de dixwazin derbasî dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) bibin mîna Almanya, Fransa û Balçîkayê.

Analîzvanê siyasî yê sirb Nikola Mikovic di gotarekê de li ser malpera Syndication Bio de got nakokiyên heyî encamên şerekî sar yê nû ne. Penaberên ji Rojhilata Navîn di lîstikeke erdnîgariya siyasî de bûne amûr.”

 (şx)