Li ser şopa DAIŞ… dewleta Tirk şûnwarên li dergûşa mirovahiyê wêran dike

Dewleta Tirk di nava hewldanên veşartina dîroka gelê herî qedîm ê cîhanê de cihên dîrokî ên Kurdistanê xira dike û ji holê radike. Hemwextî wê hemleyên qirkirina fîzîkî û siyasî li dijî Kurdan dimeşîne.

Li ser şopa DAIŞ… dewleta Tirk şûnwarên li dergûşa mirovahiyê wêran dike
25 mijdar, 2021   06:43
KOBANÊ-ZANA SEYDÎ

Komkujî û hemleyên qirkirina çandî yên dewleta Tirk ên li dijî hemêzkera mîrasa mirovahiyê û pirrengiyê ji kiryarên DAIŞ`ê cuda nîn in. Armanca her duyan tunekirina Kurdan û çanda wan e.

TOPBARANKIRIN Û WÊRANKIRINA SÛRA AMEDÊ

Di demekê de ku DAIŞ, Cebhet El-Nusra û qaşo Artêşa Azad siyaseta serjêkirin, wêrankirina şûnwaran, perestgehan li Sûriyê, Iraqê bi taybet li herêmên kurdan meşandin, dewleta Tirk bi dijwarî û bi awayekî hovane Sûra Amedê û bajarê kevnar ku dîroka wê vedigere 7 hezar sal berê topbaran û wêran dike.

Di du sal û nîvan de 6 taxên kevnar ên Amedê hatin wêrankirin. Dewleta Tirk beşên mezin ên Sûra Amedê bi çekên giran topbaran kirin ku li ser asta cîhanê piştî sûra Çînê dirêjtirîn sûr e.

Dewleta Tirk ji sala 2009'an û vir ve bi bihaneya 'veguhertina şaristanî' beşên din ên taxên dîrokî yên Amedê jî xira kirin.

BINAVKIRINA BAJARÊ DÎROKÎ HESEN KÊF

Ji ber bendava Alîsû bajarokê Hesen Kêf ê dîrokî ket bin avê ku dîroka wê vedigere 12 hezar sal berê. Tê de sûnwarên serdema navîn, dibistanên olî hene û ji kevintirîn wargehên mirovî yên li cîhanê tê hesibandin.

Piştî dagirtirina gola bendava Alîsû xelkê 200 gunên li Bakurê Kurdistanê anku derdora 80 hezar welatî bê war man.

Hikumeta AKP`ê bi zanabûn bendava Alîsû li nêzî bajarokê Hesen kêf ava kir da ku dîroka Kurdistanê tune bike.

ŞÛNWAR DÎROKA KEVNAR A GELÊ KURD RAVE DIKIN

Ajansa me bi rêveberê Gerînendetiya Şûnwaran a kantona Hesekê Ednan Berî re hevpeyvînek çêkir. Ednan Berî behsa girîngiya şûnwarên li Kurdistanê kir û got: "Ew mîraseke mirovahiyê ye û peyam dide me ku pêşiyên me li Kurdistanê jiyane. Şûnwar nasname û dîroka kevnar a gelê kurd rave dikin. Lê ew hewl didin kurdan bi awayekî fîzîkî tune bikin, dîroka gelê Kurd jî têk bibin."

WÊRANKIRINA ŞÛNWARAN LI EFRÎNÊ

Li Rojavayê Kurdistanê Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê diyar kir ku wan wêrankirina 64 cihên dîrokî ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi dîmen û wêne belge kirine. Her wiha bi bîr xist ku ji bihara 2018`an ve dagirkeran 27 perestgeh wêran kirine.

/ar/uploads/files/2021/11/24/210322_slah-synw.webp

Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê Selah Sîno ji ajansa me re got: “Balafirên dewleta Tirk a dagirker di roja duyemîn a êrişan de, girê Eyn Dara yê dîrokî bombebaran kir ku dîroka wê vedigere serdema Aramî anku hezar û 200 sal beriya zayînê.”

Selah Sîno wiha domand: “Di encama êrişên dewleta Tirk de ji sedî 60 şûnwar wêran bûn. Piştî êrişê jî dewleta Tirk cihê dîrokî Eyn Dara bi amûrên mezin koland, peykera Şêr dizî û em nizanin pê çi kir.”

Her wiha Selah Sîno got dagirkeriya Tirk şiketa Dûderî wêran kir ku dîroka wê vedigere 300 hezar sal.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê keleha Nebî Hûrî jî ji van binpêkirinan nefilitî ku tê de duyemîn şanoya herî mezin a Sûriyê piştî şanoya Afamiya li Hemayê heye. Di nav de meydan, sûra kelehê, birc û derî hebûn.

NY BERPIRSA TALANKIRINA ŞÛNWARAN E

/ar/uploads/files/2021/11/24/210336_adnan-bry.webp

Ednan Berî îşaret pê kir ku dewleta Tirk û komên çeteyan şûnwarên li herêmê dizîn û frotin dewletên derve û di muzexaneyan wan de hatin pêşkêşkirin û bi tiştekî “ne exlaqî” bi nav kir.

Ednan wiha pê de çû: “Ev sûc li pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk tê lê ew vê yekê paşguh dike. Ma wisa dibe? Heta niha di vî şerî dijwarî de NY`yê tu biryareke cidî têkildarî parastina şûnwaran nedaye. Ev qirkirina çanda Kurdistanê bi xwe ye.”

Selah Sîno jî destnîşan kir ku komên çeteyan gelek tablet ji Keleha Nebî Hûrî dizîn û wiha axivî: “Me gelek caran aliyên têkildar ên cîhanê bi vê mijarê agahdar kiriye û delîlên li ser wê jê re pêşkêş kirin. Me xwe gihand şandeyên UNESCO`yê û hikumeta şamê da ku derbasî kantona Efrînê bibin û rastiya şûnwarên li wir bibînin. Lê heta niha ev daxwaza me hatiye paşguhkirin.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) yekşema borî piştrast kir ku çeteyan Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ji 3 salan ve Girê Bîr ê kevnar ê gundê Şêxûrzê yê navçeya Bilbilê bi amûrên giran dikolin û gir di erdê re dûz kir.

Li rex wê jî darên zeytûnê yên li dora gir bi giştî qut kirin û ax ser û binî hev kirin tenê ji bo kenz bibînin.

ERDOGAN DÎROKA KURDAN DIDIZE Û DIYARÎ NY`YÊ DIKE

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dema di Îlonê de serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kir, kopiya obeliseke dîrokî a stûna kevirî yê cihê Xirab Reşk (Gobkle Tapê) ya Bakurê Kurdistanê  wek diyarî da Komeleya Giştî ya NY`yê û dê li parka NY`yê were pêşendan.

Berdevkê AKP`ê Omer Çelîk got amûra ku li herêma Anatoliyayê hatî dîtin, girîngiya herêma Anatoliyayê wek navendeke mezin a mirovahiyê nîşan dide.

Cîgirê HDP`ê yê wîlayeta Ruha Omer Ocalan demeke berê ji ajansa me re axivîbû û gotibû: “Dewleta Tirk bi erêkirina NY`yê, hemleyeke qirkirina çandî li dijî kurdan dimeşîne û li pêşiya çavên civata navneteweyî dîroka mirovahiyê berovajî dike.”

Omer Ocalan wiha piştrast kiribû:” Xirab Reşk kurdistanî ye ne anatoliyayî ye.”

(şx)

ANHA