Çeteyan 3 welatî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin

Çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 3 welatî ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin û ber bi cihek ne diyar ve birin.

Çeteyan 3 welatî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin
24 mijdar, 2021   13:31
ŞEHBA

Çavkaniyekî ragihand ku çeteyên Polîsên leşkerî 3 welatî ji gundê Keferserfê yê navçeya Cindirêsê bi tawnên bê bingeh û ji bo xwestina fidyeyê ji malbatên wan, revandin.  Li gorî çavkanî, navên kesên ku hatine revandin wiha ne: Almaz Hac Ebid, Ehmed Hesen Mamed û Mihemed Hesen Mamed.

Hêjayî gotinê ye ku ev cara sêyemîn e welatiyê bi navê Ehmed Hesen Mamed tê revandin. Ehmed berê jî ji aliyê çeteyên “Semerqend” ve hatibû revand û her carê piştî ku pere didan, çeteyan ew serbest berdida.

(dm)

ANHA