Salih Muslim: Heya niha hiştina PKK’ê di `lîsteya terorê` de şaşiyeke dîrokî ye

Salih Muslim destnîşan kir ku xistina PKK’ê di `lîsteya terorê` de bi serê xwe şaşiyeke dîrokî ye û li dijî gelê Rojhilata Navîn e.

Salih Muslim: Heya niha hiştina PKK’ê di `lîsteya terorê` de şaşiyeke dîrokî ye
25 mijdar, 2021   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Salih Muslim bersiva daxuyaniya Mesrûr Barzanî da û got: “Rêveberiyên Rojava hene ku ne karê tu kesî ye şîretan lê bike. Heke gelekî bi feyde ne, bila şîretan li xwe bikin.”

Muslim bîr xist ku PKK di çarçoveya xweparastinê de heya niha tev geriyaye û got: “Ji her kesî zêdetir ya ku terorîzmê xwedî dike dewleta Tirk e.”  

Çapemeniya dewleta Tirk şehîd Yûsif Gulo wek damezirînerekî PKK’ê nîşan dabû. Salih Muslim ev îdiayên dewleta Tirk wek berovajîkirina rastiyan bi nav kir û got: “Her kesê ku bixwaze tiştekî ji bo welatê xwe bike, bi çavê PKK’ê lê dinêrin. Şerefekî mezin e ku Yûsif Gulo bi rastî damezirînerekî PKK’ê be, lê Tirk rast nabêjin.”

Bi munasebeta 43`yemîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, ji ANHA’yê re axivî û got: “Gelên Ewropa û Rojhilata Navîn PKK’ê ji xwe re wek hêviya xelasiyê û demokrasiyê dibînin.”

Rêxistineke wekî PKK’ê ku bi dehan salan e rastiya xeta xwe ya demokratîk û azadîxwaz îspat kiriye, çima bi israr ji aliyê hêzên cîhanî ve di `lîsteya terorê` de tê girtin?

PKK bi derketina xwe re xwedî nêrîn bû ku cudahiyek tê de hebû. Ji damezirandinê ve ne wekî rêxsitinên Rojhilata Navîn ên berê û klasîk bû. Rêxistinên klasîk ên Rojhilata Navîn her dem aliyan çêdikirin. Yan aliyek hebû, yan dewletek hebû, hêzek li pişta wan bû. PKK bi hêza xwe derket, di nav gel de bû hêzek. Ji ber wê di destpêka xwe de her kesî hesap kirin. Li aliyê din jî Tirkiye endama NATO’yê ye ku tiştê Tirkiye bibêje di nav NATO’yê de dimeşe û hin zêdetir PKK bû mijara NATO’yê. Ji ber li dijî sîstema hem ya Tirkiyê hem jî ya NATO’YÊ bû. Di dema sosyalîzmê de derket hole. Ji ber wê NATO, PKK ji xwe re dijmin dît. Bi nêrîna wê PKK bandorê li Rojhilata Navîn bike ku planên wan giştî biguherîne tev geriyan. Bandora Tirkiyê jî di vê nêrînê de gelek heye ku heya îro jî bi heman nêrînê dimeşin. Heya niha NATO yan jî hêzên hegemon yên li Rojhilata Navîn PKK’ê wek motoreke ji bo guhertina avakirina sîstemeke nû di cîhanê de dibînin. Ev jî ne li gorî berjewendiyên wan e. Tiştên ku hêzên hegemon dixwazin nakokî di nava gelan, pêkhateyan, baweriyan de hebe ku şer derxin û bikarin çekan bifiroşin, berjewendiyên xwe bi cih bînin. PKK’ê jî bîrdoziyeke berovajî wê meşand. Ya herî girîng jî sosyalîzma demokratîk e ku bingeha xwe gel e. Ev li dijî pîvanên ku heya niha li Rojhilata Navîn bu rê ve dibirin. Ji ber wê naxwazin îdeolojiya PKK’ê bi taybet jî di şexsê Serok Apo de ku xwediyê vê felsefeyê ye, di nava gel de belav bibe.

Ji bo derxistina PKK’ê ji `lîsteya terorê` gelek xebat hene. Îsal asta hewldanan bilind bû. Ne tenê Kurd, êdî hema bibêje li hemû cîhanê rêxistinên mirovî, sendîka, ramyar, siyasetmedar, rewşenbîr ji bo ku PKK ji `lîsteya terorê` were derxistin hem di nava hewldanan de ne hem jî bangewaziyê dikin. Li gor vê rastiyê PKK ji bo gelên cîhanê xwedî wateyeke çawa ye?

PKK ji roja derketiye heya niha tiştekî bi navê terorîzmê nekiriye. Tiştê ku kiriye di çarçoveya xweparastina rewa de kiriye. Dêriyê siyasetê lê hatin girtin, bi çekan êriş kirinê, wê jî xwe parast. Li hember hovîtiya dijmin li ser gelê Kurd, parastina rewa pêk aniye. Dewletên NATO’yê, PKK’ê ji xwe re wekî dijmin dibînin û ji ber wê kirine `lîsteya terorê.` Lê di rastiyê de PKK’ê tiştek nekiriye ku di vê lîsteyê de bimîne. Hinek hêz hene ku dixwazin PKK di`lîsteya terorê` de bimîne ku mijar çareser nebe. Dewleta Tirk dikare bibêje `çima ez ê bi terorîstan re rûnim.` Ev hincetek e. Ji bo Tirkiye pê re rûnene û ji bo bi xwe çareser nekin ji dewletên mezin wekî Amerîka û hêzên hegemonîk pirs bikin, dê bibêjin `em bi terorîstan re rûnanin.` Di nîqaşan de jî tê gotin; PKK’ê çi çalakiyên terorîstî kirine?  Nabêjin ji ber ku tiştek tune ye. Bes dibêjin ji bo Tirkiyê kiriye. Tirkiyê bi çend çalakiyan bi rêya kontrayên xwe, xwest bixe stûyê PKK’ê. Kesekî ku bibêje PKK li dijî min çalakiya terorîstî meşandiye, tune ye. Berê veşartî bû lê mijara Kurdistanê û pirsgirêka Kurd bû pirsgirêke navneteweyî û cîhan giştî lê dinêre. Ji ber wê jî gel ji van gotinên ku dibêjin PKK terorîst e, bawer nake. Çi rewşenbîr, zanyar, siyasetmedar bin dîroka PKK’ê dinêrin û dibêjin ku ev xistina `lîsteya terorê` tiştekî keyfî ye. Ji bo berjewendiyên Tirkiyê kirine.

Ji her kesî zêdetir ya ku terorîzme xwedî dike, Tirkiye ye. Ya ku piştgiriyê dide terorê û terorîzm gihandiye asteke navneteweyî, Tirkiye ye. Ya ku DAIŞ kir belaya serê Rojhilata Navîn, Tirkiye ye. Heya niha jî têkiliyên xwe jê qut nekirine ku li Tirkiyê ew qas endamên wan tên girtin. Pereyê ji DAIŞ’ê re bi rêya Tirkiyê tên. Yekî ku bi xwe terorê û terorîstan xwedî dike, îro dikare rêxistineke ku li dijî wan têkoşînekê dike, jê re bibejê terorîst. Gel vê heqîqetê dibîne. Ji ber wê kampanyayên derxistina PKK’ê ji `lîsteya terorê` dest pê dikin. Gelê Ewropa, Rojhilata Navîn PKK’ê ji xwe re wek hêviya xelasiyê, demokrasiyê dibînin. Hêviya xwe di pêşengiya PKK’ê de dibînin. Yên ku bixwazin PKK di nav `lîsteya terorê` de bimîne, tê wateya ku dijminiya hêviya van gelan bi giştî dike.      

PKK di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi roleke mezin rabû, bi hezaran kadroyên PKK’ê di vî şerî de şehîd ketin. Lê PKK hê jî di lîsteyê de ye. Ev ne nakokiyek e? Sîstema cîhanî, ruxmî vê rastiyê çima bi israr PKK’ê wek rêxistineke terorîst bi nav dikin?

Dixwazin vê rastiyê veşêrin. Dixwazin bibêjin ku PKK’ê dema şerê DAIŞ’ê kiriye, ne bi tenê yan jî kesên din re kiriye. Lê heqîqetek e. Her kes dizane ku 4 hezar şehîdên xwe li vir hene. Ji bo parastina mirovahî, nirxên mirovahiyê ev şehîd dan. Nexwe PKK dikare bibêje çi karê min pê heye. Hêzên hegemonîk û dewlet li berjewendiyên xwe difikirin. Têkoşîna herî mezin jî ev e. Ew berjewendiyên xwe dimeşînin, lê gel tiştekî din dixwaze. Ji ber wê jî aramî nayê. Tiştê ku gel naxwaze li ser wan ferz dikin. Dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê li dijî zagonên navneteweyî ye. Ji bo çi xwe ker dikin? Tiştê di bin re dibin bê îradeya gelan e lê dîplomasî tê meşandin. PYD yan jî rêxistinên din li ser têkiliyên dîplomasî bi gelan re, saziyên ku gelan temsîl dikin, disekinin. Ev dîplomasî her ku here dê encamê bide.

Çeteyên ku Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn dagir kirine, 50 navî li xwe dikin. Dema navekî wan dikeve nav lîsteya terorê navê din li xwe dikin. Rihên xwe kurt dikin, cilên xwe diguherin, bi navêkî din derdikevin. Hêz li pişta wan in. Ev ne ji bo berjewendiyên xwe û gelê xwe hatine. Ji bo berjewendiyên hêzên ku ew bi rê kirine wir, hatine. DAIŞ çi dixwaze, mijara wan ne tenê razîkirina Xwedê ye, kesê ku di bin Xwedê de ye wî razî bikin. Ew kî ye? Dewleta Tirk û Erdogan e. Ji bo wê DAIŞ êrişî Kobanê, Şengalê kir. Yên ku di herêmên di bin dagirkeriyê de ne jî bi giştî DAIŞ in, tenê nav diguherînin û cilan diguherînin. Tiştekî ku bidin gel, mirovahî tune ye.  

Ger PKK ji lîsteya terorê bê derxistin hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn di aliyê siyasî, civakî û hwd bandoreke çawa dê bike?

Gelek dewlet hene ku dewleta Tirk çiqas ked dide ku YPG/YPJ heya PYD têxê lîsteye terorê. Sedemê re jî dibeje tekiliyên xwe bi PKK’ê re heye. Ger PKK ji `lîsteya terorê` derkeve wê çi bike? Wê me bi ku derê ve girê bide? Heya niha tu buroyên PKK’ê li Ewropa, navneteweyî tune ne. Dema ji lîsteyê derkeve wê demê dikare buroyên xwe fermî veke. Partiyeke ku gelê Kurdistanê temsîl dike ye. Heqîqetek li  Kurdistanê û Rojhilata Navîn heye ku gelê Kurd e û nûnerê wan jî PKK ye. Kesên nikare tekilî pê re çêke, kêmasiya wan e, heye ku hin kes berjwendiyên xwe bi gelê Kurd re dibînin, lê ji ber ku PKK di `lîsteya terorê` de ye, rê nayê dayîn. Dema ew rabe ji bo berjewendiyên wan û yên gelê Kurd e. Mînak îro ez herim cihekî, dibêjin PYD tekiliyên xwe bi PKK’ê re heye, nexwe ew PKK ye.  Herî kêm bi hişyarbûn û qedexêkirî nêzî yekî dibin. Lê dema ev astengî tune be wê demê Amerîka, Brîtanya, Fransa jî dikare tekiliyên xwe bi PKK’ê re çêke.

Em dizanin PKK, rêberê PKK’e salên dirêj li Sûriyê man û wê demê têkiliyên Şam û PKK’ê baş bûn. Lê paşê nêrîna li PKK’ê jî guherî. Sûriyê çima hewcedariya guhertina wiha dît?

Ji sala ku komploya navneteweyî destpê kir heya niha mirov nikare behsa îradeyek azad li Sûriyê bike. Wê demê stûyê xwe xwar kir û kete bin mijara komplo de ku hiştin birêz Ocalan ji vir derbikeve. Ji wê demê em nikarin bibejin siyasetek azad, serbixwe meşiya. Her di bin bandora Tirkiyê de bûn. Çi biryarên hatine standin ez texmîn nakim Sûriyê bi îradeya xwe standî ye. Rêber Apo û PKK wek hêz dîtin cesaretekî gelekî mezin e. Yên ku bixwaze xwe nêzî birêz Ocalan û rêxistina wî bike divê xwedî cesaret be. Ev jî nekare herkesî ye. 

Piştî ku tekiliyên Sûriyê bi PKK’ê re xirab bûn hikumeta Şamê operasyon dest pê kirin ku bi hezaran girtî, windahî çêbûn. Ev operasyon bi MÎT`ê re di nav hevkariyê de çêbûn. Hûn wê demê li Sûriyê bûn gelo? Hûn dikarin hindek atmosfera siyasî ya wê demê ji me re şîrove bikin?

Piştî ku Hafiz Esed mir, piştî 2002`yan de Sûriyê ket hembêza Tirkiyê. Ez jî wê demê li vir bûm. Beriya her tiştî Sûriyê bûbû wekî sûka Tirkiyê. Nêzîkbûnên Beşar Esad û Erdogan bi hev re dema digotin `em birayê hev in`, heya protokol jî danîn aliyekî û bi hev re diçûn dihatin. Di encam de em rastî zordariyê dihatin. Lêpirsînên îstixbarata em digirtin, dibirin, dianîn û digotin me agahî ji Tirkiyê wergirtine. Digotin hûn endam, dilxwazê PKK ne. Heya çalakiyên PYD ku me li gundekî çê dikir digotin agahî ji Tirkiyê ji me re hatine. Heya di vê astê de ketibûn nav wan. Siyaseta dewletê neserbixwe ye. Heya agahiyên îstixbaratî ku bi hemwelatiyên xwe re çawa bidebistinê ji Tirkiyê werdigritin. Biryarên ku dihatin standin, girtin, berdan hemû bi destê Tirkiyê çêdibû.

Di pêkanînan de planên Tirkiyê hene. Tirkiyê Misakî Millî dixwaze. Gel jî vê qebûl nake. Tişte ku îro di hindurê Tirkiyê de diqewime têrî hilweşandina Tirkiyê dike. Ev koalîsyona şer ku çê kirine Tirkiyê hilweşandiye û tiştek Tirkiyê de nehiştiye. Her kesî ku siyasetên xwe li gorî wê Tirkiyê mezin bibe, fireh bibe bike wê îflas bike. Divê ji niha ve hesabên xwe yên hilweşandina Tirkiyê bikin. Îro rayadarên di hindurê Tirkiyê heta di hindurê AKP bi xwe de hesab dikin piştî Erdogan wê çi bikin.

Ji vê siyasetê bi paş de gav avêtin dê li ser têkiliyên Kurdan û hikumeta Şamê bandoreke çawa bike?

Cara ku Cinêv di sala 2021`an de çêbûye û di sala 2014`an de ku biryara 2254’an hatiye dayîn, yê asteng Tirkiye ye. Ew naxwaze bimeşe. Tirkiye naxwaze çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbe. Dibêje `yan ez ê tê de bim yan jî dê çênebe.` Dema ku Tirkiye lawaz bibe, hilweşe, heye ku astengiyên li pêşiya çareseriya siyasî rabin, sûrî bikarin li hev rûnin û çareseriyekê derxin. Ev ê guhertineke mezin li ser Sûriyê çêke. Bi rêveberiyên herêmê re me dixwest, bi opozîsyonê re rûnin û ji hev fêm bikin. Lê Tirkiye nahêle.

Beriya çend hefteyan Yûsif Gulo û 2 neviyên wî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Çapemeniya dewleta Tirk ji bo ku vê kiryara xwe rewa bide nîşandan, şehîd Yûsif Gulo wek damezirînerekî PKK’ê nîşan da. Dewleta Tirk bi van propagandayan çi armanc dike?

Heya niha min nedîtiye ku ragihandina Tirkiyê li ser Kurdan tiştekî rast gotiye. Tu carî negotine. Bê guman dema Serok hat vir, çû Lubnanê û Sûriyê gelek kesayetên wekî Yûsif Gulo wî dîtin. Ger kesên wekî Yûsif Gulo bigerin wê demê kalên me giştî qetil bikin. Ji Kobanê bigire heya Efrînê, Cizîrê bi giştî çûne gel Serok. Ew welatparêz in ku erkên li ser milê xwe kirine. Yûsif Gulo rûspiyê me bû, li gel gelê xwe bû, welatparez bû, ew qas şehîdên xwe hene. Ev hemû heqîqeta me ye. Malbatên me giştî xwedî şehîd in. Heya hovîtiya dewleta Tirk berdewam bike dê şehîd jî hebin. Ji bo ku rewabûnekê bidin xwe dibêjin Yûsif Gulo yên mezin bû, bi sedan Yûsif Guloyên me hene, werin wan jî ji holê rakin. Ev ne tiştekî mirovî ye. Ji me re wateyeke xwe ya mezin heye. Yûsif Gulo bi 2 neviyên xwe re şehîd ket. Têkoşîn bi Yûsif Gulo re dest pê dike, bi zarokên wî berdewam dike û neviyên wî pê re şehîd ketin. Yek ji wan neviyên wî xwedî 3 zarokan e. Welatparezî ji bo tu wî însanî bikujî sedem e? Mijar ne PKK ye. Her kesê ku bixwaze tiştekî ji bo welatê xwe bike, bi çavê PKK lê dinêrin. Ji her kesî re şeref e ku bikarin bibin PKK. Her kes nikare PKK be. Şerefeke mezin e ku Yûsif Gulo bi rastî damezirînerê PKK’ê be. Lê ne wiha ye.  Tirk derewan dikin, ne rast dibêjin.

Ev demek e serokwezîrê hikumeta Başûr Mesrûr Barzanî li ser navê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyan dide. Hûn li ser van daxuyaniyên Mesrûr Barzanî çi dibêjin?

Rêveberiyên Rojavayê Kurdistanê hene. Rêveberiyên me yên xweser, hêzên me yên leşkerî, MSD heye. Ew dikarin rayê bidin. Em ne li bendê ne ku şîreta tu kesî bigirin ku werin welatê me bi rê ve bibin. Bi Amerîka, Rûsya, hikumeta Şamê re, bi her kesî re, di nav dan û standinê de ne. Ji bo dan û standinan ev rêveberî tu nêrînên Başûr nagirin. Dikarin bi PKK’ê re jî bidin û bistînin. Ger berjewendiyên wan bixwaze, wê bibejin derkevin yan jî bimînin, ev karê wan e. Ne karê kesî din e ku şîretan bike. Heke gelekî bi feyde bin, bila şîretan li xwe bikin.   

Hûn jî qaşo di nava lîsteya terorê de ne û gelek caran hatine destgîrkirin...

Interpol nema bi derewên Tirkan bawer dike. Ji ber kesên Kurd, alîgirên Fetullah Gulen bi giştî kirine lîsteyê. Ji ber wê lîsteyên ku ji Tirkiyê diçin, nema qebûl dikin. Tirkiye ger li pêş çavê xwe wek kelemekê bibîne, ev ji bo têkoşîna Kurdan, têkoşîna li Rojava şerefeke mezin e. Ev tê wateya ku dijmin ji me aciz dibe.

Herî dawî ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin bangeke we heye gelo?  

PKK divê ne di lîsteyê de bûya. Têxistina PKK’ê di lîsteyê de, der heqê gelên li Rojhilata Navîn de şaşiyeke dîrokî ye. Em hêvî dikin ku cîhan, Ewropa û rayedar divê rojek berê ji vê şaşiya dîrokî vegerin û PKK’ê ji lîste derxin. Divê lêborîna xwe bixwazin. Ji ber ku 30 sal e PKK kirin nav `lîsteya terorê` û gelek zirar gihandin gelê Kurd. Ev mijara lêborînê ye.

ANHA