​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-11-2021

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-11-2021
25 mijdar, 2021   00:00

- Çalakiyên konvedanê yên li deriyê Sêmalkayê yên bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK ê li herêm Xelîfanê de şehîd bûne, di roja 52’yan berdewam dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dewleta Tirk di nava hewldanên veşartina dîroka gelê herî qedîm ê cîhanê de cihên arkeolojîk ên li Kurdistanê xera dike û ji holê radike. Hemwextî wê hemleyên qirkirina fizîkî û siyasî li dijî kurdan dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Îsmet Çaçan ku yek ji welatparêzên li Rojavayê Kurdistanê ye, bi salan hêvî û berxwedanî bi moraleke mezin û erkeke welatperwerane di dilê civakê de çandiye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Malbatên çeteyên Roj ên ku tev li çalakiya Sêmalkayê bûne, bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîdan Serdem Cûdî û Tolhildan Raman radestî malbatên wan bike. Her wiha gotin ew qebûl nakin ku zarokên wan li rex dagirkeriya Tirk şer bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Malbatên çeteyên Roj diyar kirin ku qaşo çeteyên Roj ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin ava bûn, tu carî li dijî çeteyan şer nekir lê li dijî gerîla tevî dewleta Tirk a dagirker şer kir. Malbatan bang li zarokên xwe kir çekên xwe deynin û vegerin ser axa xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DIYALOG

- Salih Muslim destnîşan kir ku xistina PKK’ê di `lîsteya terorê` de bi serê xwe şaşiyeke dîrokî ye û li dijî gelê Rojhilata Navîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Sîhanok Dîbo têkildarî nêzîbûnbûna sedsaliya Peymana Lozanê û planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn got, divê Kurd û Ereb hevpeymanan ava bikin da ku li hemberî van planên Erdogan bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan şêniyên kantona Qamişlo meşên cuda li dar dixin. Li Qamişlo meş ji çerxerêya OSMAN Sebrî ve saet 10:00’an dest pê dike. Li Dêrikê meş ji Qada Azadî, li Girkê Legê û Çilaxa ji Qada Şehîdan, li Amûdê ji Qada Jına Azad, li Tirbespiyê ji pêş navçeya Kongreya Star ve dest pê dikin. Ev meş saet 11:00 dest pê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqa, Minbic û Dêrazorê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê meşên cuda li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Hesekê, Dirbêsiyê, Hol, Şedad û Til Temir bi boneya 25’ê Mijdarê meşan li dar dixin, meş ji saet 12:00’an dest pê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê bi boneya 25’ê Mijdarê, semînerekê li Parka Xwendinê ya Hesekê li dar dixe. Şêwekar Hesen Hemdan semînerê bi rê ve dibe û tê de li ser serpêhatiyên xwe û bandoriyên hunerê di jiyana hunermend de diaxive. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di ser 25'ê Mijdara 1981'an ku wekî roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hate ragihandin re 40 sal derbas bû. Tevî wê jî hîna li tevahî cîhanê zext û tundiyeke zêde li dijî jinan tê meşandin, lê hinek dewleta û herêman zêdetir e. Li herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirk de yên Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir zêde ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Du welatparêzên ji koçberên Efrînê ku li Şehbayê dimînin diyar kir ku PKK`ê bandorke mezin li kesayeta wan kir, gel şiyar kir û rêya azadiyê nîşanî wan da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Nêzîk maye ku Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê li Reqayê  projeya kargeha çêkirina êmê sewalan dawî bike. Ev proje dê destekê bide her du beşên çandinî û sawalan û dê xwetêrkirinê li herêmê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA