Dîwana Wêjeyê bûye sîwana hemû nivîskar û wêjevanan

Dîwana Wêjeyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser kar û xebatên berhevkirin û nirxandina pirtûkan kar dike, heta niha hejmarek ji nivîsên ku bibûn malên windakirinê hatin rizgarkirin. Dîwana Wêjeyê di xebatên xwe de tenê daxwaza wêje û dîrokeke rast dike.

Dîwana Wêjeyê bûye sîwana hemû nivîskar û wêjevanan
Dîwana Wêjeyê bûye sîwana hemû nivîskar û wêjevanan
Dîwana Wêjeyê bûye sîwana hemû nivîskar û wêjevanan
Dîwana Wêjeyê bûye sîwana hemû nivîskar û wêjevanan
22 mijdar, 2021   05:16
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Li Sûriyê desthildariya hikumeta Şamê bi her awayî rê li pêşiya nivîskarên ku pirtûk, nivîs û helbest dinivîsandin, asteng dikir. Gelek nivîskar û helbestvan ji ber derbirîna hest û azarên gel û zilma ku li ser wan dihate meşandin, dihatin girtin û gelek ji wan jî ji axa Sûriyê dihatin derxistin. Li Sûriyê çapkirina pirtûkên bi zimanê erebî û kurdî heke kurdewarî bûna ji milê hikumeta Şamê ve dihatin qedexekirin.

Piştî Şoreşa Rojava di her qadê de guhertin hatin çêkirin, yek ji wan qadan jî qada wêje û nivîsê ye. Komîteya Wêjeyê ya Rojava ku niha navê wê Dîwana Wêjeyê ye; ji hemû nivîskar û wêjevanan re bûye sîwan.

Dîwana Wêjeyê di sala 2016`an de bi geşbûna şoreşê re bi pêşengiya 3 jinan dest pê kir û piştre xebat di nava mamosteyan de berfireh bû.

KAR Û XEBATÊN DÎWANÊ

Di sala 2017`an de di hundirê Dîwana Wêjeyê de komîteyek taybet bi xwendin û nirxandina pirtûkan hat avakirin, piştre pêwîstî bi avakirina têkiliyan bi weşanxaneya Şilêr re hat dîtin. Dîwana Wêjeyê niha li asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser nirxandina pirtûkan û çapkirina wan disekine.

Di Dîwana Wêjeyê de komîteyên sabît tune ne, li gorî mijara ku nivîskar radestî dîwanê dike, komîte tên sazkirin, di heman demê de komîteya wergerê jî heye, lê heta niha tenê karê sererastkirina pirtûkên ku beriya şoreşê hatine wergerandin, dike.

Armanca Dîwana Wêjeyê; berhevkirina pirtûkên folklorî, gotinên pêşiyan, roman, helbest, dîrok, ziman, ferheng, ol, şano, tenduristî, çîrok û çîvanok yên bibûn malê windakirinê ne.

Berdevka Dîwana Wêjeyê Narîman Evdikê girêdayî vê mijarê wiha axivî:" Me ji sala 2016`an de dest bi vê xebatê kiriye û em niha di sala 2021`an de ne, hîn jî nivîsên ku bi xeta dest ji salên 1980`î de hatine nivîsîn ji me re tên da ku em wan çap bikin. Bi vê xebatê em dizanin ku em xewnên wan kesan pêk tînin. Beriya çend rojan lênûskeke wiha hat gel me, kesên ku ew lênûsk anîne, gotin ev lênûska bapîrê me ye û xewna wî bû ku berhema wî bê çapkirin, lê wefat kir û ew xewn bi çavên xwe nedît."

Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê naskirin, bi vê yekê re hejmara nivîskarên jin li herêmê zêde bûne, Dîwana Wêjeyê jî li gor vê yekê di nava kar û xebatên xwe de girîngiyê didin pênûsa jin.

JI PÊKHATEYÊN EREB BERHEMÊN BERIYA 30 SALÎ

Ji herêmên Minbic, Dêrazor û Reqayê jî berhem ji aliyên nivîskarên pêkhateyên Ereb ve, ji dîwanê re tên. Berdevka Dîwana Wêjeyê got ku nivîsên wan ên beriya 30 salî ne û ji ber ramanên wan ên azad, çapkirina wan beriya şoreşê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatine qedexekirin.

BERHEMÊN DÎWANÊ

Yek ji berhemê Dîwana Wêjeyê ya sereke vekirina pirtûkxaneya Amara ya li herêma Cizîrê ye ku li ser asta herêmê mezintirîn pirtûkxane ye. Di pirtûkxaneya Amara de bi hezaran pirtûk hene û bi zimanên kurdî, erebî, farisî, tirkî û îngilîzî ne.

Dîwana Wêjeyê bi salan e ku Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê li dar dixe, di mihrîcanê de berhem ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê tên şandin.

PEYWENDÎ

Peywendiyên Dîwana Wêjeyî li ser asta Kurdistanê bi Enstîtuya Kurdî ya Amed, Komeleya Wêjevanên Kurd û Enestîtuya Kurdî li Stockholmê heye. Li ser asta welatên Ereban jî bi Misirê re heye.

`EM NÊZÎ HIŞMENDIYÊ NABIN, JI BER KU EM DAXWAZA WÊJEYEKE AZAD DIKIN `

Şert û mercên qebûlkirina pirtûkan di Dîwana Wêjeyê de wiha ne; divê pirtûk li gorî çanda civaka herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be, dîroka buyer û geşedanan rast bin. Dîwana Wêjeyê tenê di milê wêjeyî û agahiyan de pirtûkan dinirxîne.

Narîman Evdikê derbarê vê yekê de wiha got:" Em destwerdana nêzkatiyên hişmendiyan nakin, ji ber ku di dawiyê de em dixwazin wêjeyeke azad derekve pêş."

Li gorî bîlançoya Dîwana Wêjeyê ji destpêka damezirandinê heta vê salê; hejmara pirtûkên ku bi zimanê kurdî hatine çapkirin 197 pirtûk in û yên bi zimanê erebî jî 148 pirtûk in.

Berdevka Dîwana Wêjeyê Narîman Evdikê diyar kir ku ew têkiliyên xwe hîn berfirehtir dikin, da ku berhemên gelê Rojava yên ku veşartî mane derkevin û nivîskarên wan navdar bibin.

`EM HEWL DIDIN XWE BIGIHÎNIN WEŞANXANEYÊN DERVE`

Narîman Evdikê da xuyakirin ku nivîskarên Rojava yên ku li derveyî welêt in xewna wan e ku pirtûkên xwe bighêjînin destê gelê Rojava û wiha dewam kir: “Nivîskarên li derveyî welat dijîn, pirtûkên xwe ji me re dişînin û em jî li cem xwe çap dikin, armanca me ew e ku em berhemên li derve jî derbasî Rojava bikin."

Narîman Evdikê da zanîn ku ew êdî xwe dighêjin weşanxaneyên derve jî û projeyên mîna wergerandina pirtûkên Şoreşa Rojava, ava dikin.

AWAYÊ QEBÛLKIRINA PIRTÛKAN

Berdevka Dîwana Wêjeyê Narîman Evdikê derbarê qebûlkirina pirtûkan de wiha lê zêde kri: "Di rêziknameya me de vegerandina pirtûkan tune ye, heke pirsgirêk di hundirê pirtûkan de hebin, komîteya ku li ser wê pirtûkê xebatê dike têpîniyên xwe dinivîse û radestî nivîskaran dike. Piştre divê nivîskar li gorî wan têpîniyan lêvegerekê çêbike, lê ne guhertinên mezin, ji ber ku mafê me tune ye ku em ji nivîskarekî/ê guhertinên zêde bixwazin."

PLANSAZIYÊN SALÊN BÊ

Narîman Evdikê li ser plansaziyêN ku niha danîne pêşiya xwe wiha got:" Em hewl didin ku di salên bê de wêjeya zarokan bi pêş bixin, ji ber ku zarokên me ev çend sal in bi zimanê xwe dixwînin, lê ji bilî pirtûkên dibistanê, tu meteryal û pirtûk li ber destên wan tune ne ku bixwînin û xwe bi pêş bixin. Pirtûkên zarokan mîna çîrokan li pirtûkxaneyan tune ne."

Narîman Evdikê da zanîn ku wan beriya niha hewl daye çîrokan ji derve bînin, lê ew heta astekê têra zarokên Rojava, nakin û wiha domand:" Naveroka wan dûrî rastiya zarokan e. Zarok wan çîrokan dûrî çanda xwe dibînin, ji ber ku bi rastî jî ew pirtûk dûrî çanda herêmê bûn."

Narîman Evdikê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser asta wêjeyê li cem ciwanên herêmê û wiha got: "Di van çend salên dawî de hejmarek mezin ji nivîskarên ciwan derket in. Bi taybet kesên ku bi zimanê kurdî dinivîsin, ev yek ji berhemên şoreşê ye, yanî piştî şoreşê girîngî ji bo zimanê kurdî hat dayîn û ev berhem derketin. Tişta baş ku her nivîskarek ciwan berhemên cur be cur derdixîne, di nav berhemên wan de ferheng û helbest, lêkolîn û roman jî hene."

ANHA