Ji Mirabal ta Sakîne Cansiz..dirûşma “Na ji tundiyê re” berdewam e

Ji xwişkên Mirabal ku sembolên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ne, ta Sakîne Cansiz ku sembola şoreşa îsyanê ye dirûşma “Na ji tundiyê re” berdewam e. Wan ji bo jinan mîrasek hişt ku têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalariyê berdewam bikin û bigihêjin azadiya xwe.

Ji Mirabal ta Sakîne Cansiz..dirûşma “Na ji tundiyê re” berdewam e
22 mijdar, 2021   04:07
HELEB-SOZDAR WEQAS

Patria, Minerva û Maria Theresa; sê xwişkên ku bi “Perperîkan” hatin binavkirin, li Komara Dominican bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Qetilkirina wan serhildanek çêkir ku dawî li dîktatoriya zêdetirî 30 salan anî.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Helebê Nehla Mistefa 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê bi bîr anî û got ew bû destpêka têkoşîna jinan û berxwedana wê ya li hemberî zihniyeta desthilatdar û baviksalarî ku heta îro berdewam e.

Nehla Mistefa wiha domand: “Xwişkên Mirabal hiqûqnas û siyasetmedar bûn. Li dijî zihniyeta Trujillo serî hildan, şîdet red kir û xwestin têgeha desthildarî û hovîtiya li dijî jinan û civakê bişikînin. Bi israra xwe rêya têkoşîn û berxwedanê li pêşiya hemû jinan vekir.”

ÇÎROKA XWIŞKÊN MIRABAL ÇI YE?

Di salên 50`î yên sedsala borî de her sê xwişkan Patria, Minerva û Maria Theresa li dijî pergala dîktator a serokê Komara Dominicanê yê wê demê “Rafael Trujillo” derketin. Gelek caran hatin girtin. Ruxmî ku xwendina zanîngehê bi dawî kiribûn, zewicî bûn û xwedî zarok bûn, lê wê demê tev li çalakiyê veşartî yên ji bo hilweşandina rejîma wê demê, dibûn û roleke mezin dilîstin. Ev rejîm bi hovîtiya xwe dihat naskirin ku bi hezaran muxalif bi darve kirin

Her sê xwişk, tev li komekê bi navê “Tevgera 14`ê Hezîranê” dibin. Belavok li gelek kesan belav kirin ku Trujillo piştre kuştin. Her wiha her sê xwişkan navê “Las Mariposas” anku “Perperîk” li koma xwe kir. Lê Trujillo bi lez ferman da ku werin girtin. Bi rastî tevî hevserên xwe yên ku tev li çalakiyên veşartî dibûn, hatin girtin û îşkence li wan hat kirin.

Her sê xwişkan piştî wê biryarê, têkoşîna xwe li hemberî dîktator Trujillo mezin kir. Lê di 25`ê Mijdara 1960`an de her sê xwişk hatin qetilkirin.

Her sê xwişkên Mirabal ji bo ku demokrasî û azadî vegerînin welatê xwe canê xwe feda kir û bûn sembola têkoşînê. Li sernaserê Amerîkayê ji jinan re bûn sembol. Neteweyên Yekbûyî (NY) sala 1999`an anku 25`ê Mijdarê roja qetilkirina wan wek Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ragihand. Ev roj wek roja hişyarkirina jinan ji hemû cureyên tundiyê mîna destavêtin, kuştin, tundiya malbatên, derûnî û fîzîkî tê nasandin.

JI MIRABAL TA SAKÎNE CANSIZ

Tevgerên jinan ji bo bidawîkirina tundiyê û ji bo ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin, heta demeke dirêj têkoşiyan û hîna tê dikoşin. Jinên kurd jî xwedî dîrokeke demdirêj a vê têkoşînê ye.

Sakîne Cansiz di nava tevgerên jinan û tevgerên rizgariyê de navdar e. Sala 1958`an li Dersimê (bajarê Komkujiyan) yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Dewleta Tirk salên di navbera 1938 û 1939`an de komkujî li vî bajarî pêk anîn.

Şehîd Sakîne Cansiz tev li kongreya damezrîner a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. Wê demê piştrast kir ku azadiya civakê bi azadiya jinan pêkane.

SAKÎNE CANSIZ DENGÊ JINAN Û RUHÊ GEL E

Ji dema ku şehîd Sakîne Cansiz tevgera rizgariya Kurdistanê nas dike ve, têkoşîna wê berfireh bû û qanûnên malbatê red kirin. Her wiha bi tecrubeya xwe baweriyên xwe yên fikirî parastin û soz da ku bibe dengê azadiya jinan û ruhê gel. Ji wê demê ve xebatên rêxistinî li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê meşandin ta ku piştî darbeya leşkerî ya 12`ê Îlona 1980`an hat girtin.

Sakîne Cansiz di girtîgeha Amedê de tê girtin û bi rêbazên hovane îşkence lê tê kirin. Lê dîsa jî ev îşkence bandor lê nekir û hêza wê zêde kir ku bi rêgezên xwe ve girêdayî be û armancên xwe pêk bîne. Her wiha girtîgeh kir qadeke din a têkoşînê. Yek ji kesên ku tev li greva birçîbûnê ya heta mirinê bûye.

Piştî demekê, sala 1991`an Sakîne Cansiz serbest tê berdan. Paşê li deşta Bîqa ya Lubnanê di perwerdeyê re derbas dibe û piştre derbasî Ewropayê dibe û dest bi têkoşînê dike. Li wir çalakiyên jinan birêxistin dike. Lê Interpola navneteweyî navê Sakîne dike “Lîsteya Sor” û di Adara 2007`an de li Fransayê tê girtin, lêpiştî mehekê serbest tê berdan.

Di 9`ê Çileya 2013`an de istixbarata dewleta Tirk li Parisê, 3 jinên şoreşger ên kurd Sakîne Cansiz, Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylamaz) hedef girtin.

Sekîna Cansiz bi têkoşîn û berxwedana xwe bû vejîna dîroka Dersim, Kurdistan, Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê.

KOMPLOYÊN BÊ RAWESTAN

Komployên dewleta Tirk a dagirker li vir ranewestîn, lê belê siyasetên xwe yên hovane ji bo qirkirina jinan domandin. Di 5`ê Çileya 2016`an de dewleta Tirk sê jinên din ên siyasetmedar ên ji Bakurê Kurdistanê Sêvê Demîr, Fatma Oyar û Pakîza Nayir kirin hedef. Van her sê jinan heta nefesa dawî li ber xwe dan.

Dewleta Tirk ne tenê jin li Bakurê Kurdistanê dike hedef lê belê bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zihniyeta xwe ya dijberî hebûna jinan careke din eşkere kir.

Destkeftiyên ku jinan di vê şoreşê de bi dest xistine, ne li gorî wî bû. Ji ber wê hemû jinan di nav de yên siyasetmedar, têkoşer û rewşenbîr kirin hedef, mîna sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, endamên Kongreya Star Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl, hevseroka Meclisa Bajarokê Til Şayir ê Hesekê Sade El-Hermas û cîgira wê Hind El-Xidêr.

Her wiha dayikên têkoşer ên ku ji salên 1980 û 1990`î ve di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de tê dikoşin jî kir hedef mîna dayika Gulê Selmo ku di 13`ê Adara 2013`an de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê şehîd bûye, dayika Fatme Hecî ku di 11`ê Mijdara 2016`an de bi guleya leşkerên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorên navçeya Racoyê ya kantona Efrînê ya dagirkirî şehîd bûye. Yadê Eqîde ku di 15`ê Cotmeha 2019`an de dema bi karwanê sivîlan re diçû Serêkaniyê û di bombebarana balafirên dewleta Tirk de şehîd bûye. Dayika Emîne Weysî ku di 23`yê Hezîrana 2020`an de di bombebarana balafirên dewleta Tirk de ya li ser mala wê de ya li gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê şehîd bûye.

JINÊN LI HEMBERÎ ZIHNIYETA NETEWEPEREST TESLÎM NEBÛN

Nehla Mistefa diyar kir ku dîroka doza kurd û Kurdistanê bi têkoşîna jinên kurd ên ku serî ji zihniyeta netewperest re netewandine dagirtî ye û wiha domand: “Ji bo rizgarkirina jinan û civakê ji Sakîne Cansiz bigire ta bigihêje Bêrîtan û Deniz Poyraz jinan li dijî qanûnên dewletên desthilatdar û baviksalarî sekinîn.”

Nehla Mistegs destnîşan kir ku têkoşîna jinan li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt astên herî bilind û wiha pê de çû: “Jinan cihê xwe di rêveberiyên siyasî û leşkerî de girt. Rola xwe di qadên navneteweyî, parlamento û meclisan de lîst. Ji hemû jinên cîhanê re bûn nimûne. Ji ber ku ji pêşketina fikirê jinan û xwebirêxistinkirina wan di civakê de ditirse, dewleta Tirk a dagirker wan dike hedef.”

Nehla Mistefs daxuyand ku dewleta Tirk siyasetên hovane li dijî siyasetmedarên jin dimşîne mîna endamên Rêxistina Jina Azad a Kurdistanê, hevseroka Kongreya Civata Demokratîk (KCD) Leyla Guven. Nehla  Mistefa da zanîn ku dewleta Tirk bi armanca çewisandina nasnameya jinan û têkoşîna wan, ji bo ku birêxistinkirina jinan kontrol bike û biryarên wan ên siyasî lawaz bike, van kiryaran dike û wan digire.

JINÊN EREB ÊN KU URFÛADET ŞIKANDIN

Girêdayî vê mijarê endama Koordînasyona Kongreya Star Nehla Mistefa îşaret bi rizgariya jinên ereb kir û got: “Bi navê urf û adetan şîdet li jinan tê meşandin. Di bin vê hicetê û navên cuda de sûc li dijî jinan tên kirin. Jinên ereb jî bi navê urf û adetan hatin çewisandin lê wê jî ev urf û adet şikand û fikirê xwe rizgar kir mîna şehîd Sade û Hind ên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê yên alîgirên dewleta Tikr  ve hatin şehîdxistin.”

Di dawiyê de Nehla Mistefa bang li jinan kir ku têkoşîn û berxwedanê mezin bikin, xwe perwerde bikin da ku civakeke azad ava bikin. Her wiha banga xwebirêxistinkirinê di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de li jinan kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: “De bila bi hev re em li dijî tundiya li ser jinan têkoşîn bikin. Em bi hev re asta xwe pêş bixin da ku karibin bandor li civakê bikin.”

(şx)

ANHA