Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk serokên Îxwanan ên yemenî ji Tirkiyê qewitandin

Rojnameyên erebî vê sibehê derbarê rewşa herêmên Sûriyê yên dagirkirî, aloziya li Iraqê û piştgiriya dewleta Tirk ji koma Îxwan Mislimîn re, nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Dewleta Tirk serokên Îxwanan ên yemenî ji Tirkiyê qewitandin
22 mijdar, 2021   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

DAKETINA NIRXÊ LÎREYA TIRK BANDOR LI SÛKÊN HERÊMÊN DAGIRKIRÎ KIR

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa herêmên dagirkirî wiha nivîsî: “Piştî daketina nirxê lîreya Tirk kel û pel û madeyên xwarinê li sûkên bakur rojavayê Sûriyê yên di bin serweriya dewleta Tirk û komên wê yê çekdar de, biha bûn.

Şîrketa Weted a sotemeniyê ya li herêmên Idlibê, nirxê gaz, benzîn û mazot biha kirin ku nirxên wan bi lîreya Tirk ve girêdayî ye.

Di encamê de ji ber ku nirxê lûleya gazê bû 137 lîreyên Tirk, lîtra benzînê gihaşt 9.38 lîreyê, nirxê mazotê ji derve tê bû 9.14 lîre û ya li herêmê tê derxistin gihaşt 6.96 lîre, şênî tengav bûne ku bi awayekî neyînî bandor li nirxên kel û pelan û lêçûnên veguhastinê dikin.”

IRAQ…HÊZÊN BINKEFTÎ JI BO AVAKIRINA HIKUMETÊ LIDARXISTINA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT KIRIN ŞERT

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokên komên Şîa hewl didin hegemoya serokê Şepala Sadir Muqtada Sadir kêm bikin ku 73 kursî di hilbijartinan de bi dest xistin.

Ji bona wê Koordînasyona Şîa ku ji Îtîlafa Dewleta Qanûnê ya bi serkêşiya Nûrî El-Malikî, milîsên Şîa yên alîgirên Îranê pêk tên, plan dikin ku bi rêya avakirina hikumeteke dusalî, hegemonya Sadir kêm bikin û wî ji erka cîgirê serokê parlamentoyê bixin.

Hêzên Koordînasyonê bi rêya xwepêşendanên li herêma Kesk hewl didin wezaretên din yên di hilbijartinan de bi dest nexistine, bi dest bixin.

Lê li gorî gelek çavkaniyên agahdar, Îran di vê dawiyê de ji serokên milîsan xwestiye ku bi encamên hilbijartinan razî bin, bi Sadir li hev bikin ji bo ku hikumeteke nû ava bikin. Her wiha heman çavkaniyan piştrast kir ku Îran serokên milîsên Şîa hişyar kiriye ku bi hikumetê yan jî bi Sadir re şer nekin.”

ÎXWAN MISLIMÎN ÊN YEMENÎ JI TIRKIYÊ TÊN DERXISTIN

Derbarê vê yekê de rojnameya Ukaz wiha nivisî: “Li gorî çavkaniyên pêbawer ên Yemenê, gelek serokên Îxwan Mislimîn ên Yemenê ji Tirkiyê ber bi Ewropayê ve derketin, piştî ku hikumeta Tirkiyê ew hişyar kirin ku divê hinekî tevgerên xwe sînordar bikin û rewşa xwe sererast bikin. Çavkaniyan piştrast kir ku çeteyê bi navê Tewekul Karaman xwe amade dike ku biçe DYA`yê.

Dezgehên çapemeniyê destnîşan kirin ku dewleta Tirk hewl dide gelek rêveberên Îxwanan ên ji Yemenê ku li Tirkiyê ne, ji welatê xwe derxe. Hikumeta Tirkiyê yemeniyên girêdayî Îxwanan agahdar kirin ku hebûna wan li Tirkiyê, ne cihê kêfxweşiyê ye û 30 roj wek muhlet da wan da ku rewşên xwe çareser bikin.”

(şx)