Çalakiya li Sêmalkayê di roja 45'an de berdewam dike

Yekitiya Cotkaran a Herêma Cizîrê helwesta PDK'ê şermezar kirin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nake.

Çalakiya li Sêmalkayê di roja 45'an de berdewam dike
18 mijdar, 2021   14:38
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalkayê ya bi daxwaza cenazeyên gerîla Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên ku  li herêma Xelîlfanê di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne, di roja 45 an de berdewam dike.

Endamên Yekitiya Cotkaran û Berhemên Sewalkariyê ya Herêma Cizîrê li qada deriyê Sêmalkayê kom bûn û bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina xiyaneta PDK'ê ve ber bi deriyê Pêşxabûr ve meşiyan.

Meş li deriyê Pêşxabûr rawestiya û ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Yekitiya Cotkaran û Berhemên Sewalan a Kantona Hesekê, endamê reverb ê yekitiyê Mihemed Hemîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Kombûna me ya li vê qadê ji bo piştgirî û diloziya bi xeta şehîdan re ye. Her wiha ji bo ku em dengê xwe bilind bikin da ku cenazeyên şehîdên xwe yên leheng ên ku bi destê xayînan şehîd bûne, werbigirin. Ji vir em banga raya giştî û rêxistinên mirovî û Xaça Sor a Navneteweyî û Desteya Neteweyên Yekbûyî dikin da ku ji bo vî karê mirovî destwerdanê bikin.

Çalakî ket roja xwe ya 45'an. Ma dem nehat ku ew alî qêrîna bi şewat a dayikan bibhîzin?  Kanî mirovahî ya ku heya niha guhdar nake? Gelo ma ev ne mafê ye? sekna me ji bo muxatebgirtina wijdanê mirovan e ku divê bangên me bibersivîne û bêdengiya xwe û zilmê bişkîne

Wê şênî çalakiya xwe berdewam bikin heta ku cenazeyên şehîdan werbigirin û bi merasîmekê layîqî wan wan veşêrin. Ji ber ku şehîd rêya me ya azadî û rizgarkirina gelê me ji zilm û koletiyê ne."

Tê payîn ku wê sibe şêniyên Hesekê çalakiyê dewr bigirin."

ANHA