Welatên rojavayî li ser tevgerên leşkerî yên Rûsyayê bi fikar in

Ukranya îro ragihand ku ew ji hevalbendên xwe yên rojavayî yên ku fikarên xwe têkildarî tevgerên leşkerên ên rûsî li ser sînorê Ukranyayê nîşan dan, li benda piştgiriyeke siyasî û leşkerî ne.

Welatên rojavayî li ser tevgerên leşkerî yên Rûsyayê bi fikar in
18 mijdar, 2021   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Ukranyayê Dmytro Kuleba ji rojnamevanan re got Kiev ji bo piştgiriyeke siyasî û hevpeymanên ji bo destekdayîna artêşê bi çekan, hewldanan dike.

Kremlînê jî îro ji rayedarên Ewropî xwest ku Rûsya ji hemû pirsgirêkan berpirsyar nebînin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got: "Rûsya dixwaze ku Ewropa ji hemû pirsgirêkên xwe sûcdar nebîne."

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro ragihand ku tecrûbeya leşkerî ya Rûsyayê li ser sînorên Ukranya û Polonyayê dibe ku şaştiyeke mezin be.

Johnson ji komîteya parlementerên Brîtanî re got: "Tiştê ku divê em bikin ev e ku her kes fêm bike ku fatoreya hesabên şaş li ser sînorên Polonya û Ukranya dê pir mezin be."

(dx)