​​​​​​​Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê banga xurtkirina têkoşînê li hember tundiyê kir

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya hatina 25'ê Mijdarê bang xurtkirina têkoşînê li hemberî hemû cûreyên tundiya li ser jinan kir.

​​​​​​​Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê banga xurtkirina têkoşînê li hember tundiyê kir
18 mijdar, 2021   15:23
TEBQA

Di çarçoveya çalakaiyên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê yên bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, de çalakiyek bi diruşma "Ji bo bidawîkirina tundî û dagirkeriyê em bibin yek" hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/11/18/131848_altbqh-wqfh-tdhamnyh-tkhllha-alqaa-byan-lmjls-almrah-fy-hzb-swrba-almstqbl-28229.webp

Tevahî jinên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn ku li ber avahiya meclisê ya Tebqayê hate lidarxistin.

Seroka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Nadiya Bîtar daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hemû şehîdên jin hatin bi bîranîn û wiha hate domandin:  "Her sal 25'ê Mijdar roja cîhanê ya têkoşîna li hemberî hemû cûreyên tundiya fîzîkî, derûnî, siyasî û aborî ya li hemberî jinan e."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser têkoşîna jinan a li hemberî hemû cûre bindestî koletî ku ji aliyê zihniyetaa baviksalarî û desthilatdarî.

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe xurt bike, beşdarî têkoşîna jinan a li hemberî hemû cûre bibin. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî yên jinan û rêxistinên mirovî kir ku ji bo pêkanîna azadiyê ji her kesî re û rêzgirtinê ji mafên jinan re  bixebitin. Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bang hesabxwestinê ji sûcdarên ku sûcên dermirovî dikin mîna şehîdxistina Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef kir.

Her wiha meclisê bang li tevahî jinên cîhanê kir ku bi hev re li dijî tundiya li dijî jinê bisekinin, rola xwe di civakê de xurt bike da ku Sûriyek demokrat pirreng û nenavendî ava bikin.

(dm)

ANHA