Zarokên Efrînê banga parastina zarokan ji sûcên dagirkeran kir

Zarokên herêma Efrînê bang li rêxistin û saziyên têkildarî mafên zarokan kir ku erka xwe pêk bînin, zarokan biparêzin û şeran rawestînin.

Zarokên Efrînê banga parastina zarokan ji sûcên dagirkeran kir
Zarokên Efrînê banga parastina zarokan ji sûcên dagirkeran kir
Zarokên Efrînê banga parastina zarokan ji sûcên dagirkeran kir
Zarokên Efrînê banga parastina zarokan ji sûcên dagirkeran kir
Zarokên Efrînê banga parastina zarokan ji sûcên dagirkeran kir
Zarokên Efrînê banga parastina zarokan ji sûcên dagirkeran kir
18 mijdar, 2021   13:49
ŞEHBA

Bi sedan zarokên herêma Efrînê li çerxerêya komkujiya navçeya Til Rifet kom bûn û dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker berz kirin û wêneyên zarokên ku di topbarana li ser Til Rifet de şehîd bûne û pankartên bi nivîsa "Duh Mihemed El-Dura bû û îro jî zarokên Efrînê ne” hildan.

Daxuyanî ji aliyê zaroka bi navê Mesila Hesen û Robîn Seyd ve bi zimanên erebî û kurdî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Em Roja Zarokan a Cîhanê li tevahî zarokên cîhanê pîroz dikin. Di sala 1954`an de NY`yê ev roj wke Roja Zarokan a Cîhanê ragihand. Di heman rojê di sala 1989`an de peymana mafên mirovan hate erêkirin û ji ber wê jî divê ev roj neyê paşguhkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li cîhanê gelek zarok bê parastin dijîn û dibin qurbaniyên şerên navneteweyî. Her wiha bi milyonan zarok dibin qurbanê tecawizkirin, birçêbûn û xizaniyê û wiha dewam kir: “Pêwîst e hemû zarokên cîhanê bêyî cudayî wein parastin û bi aştî bijîn, mafên ewlehî, perwerde û tenduristiyê bi dest bixin. Lê belê ev roj tê paşguhkirin.

Rewşa zarokên Sûriyê pir metirsîdar e. Bi hezeran zarok birçî, xizan, sêwî û nexweş in û bêyî perwerde û bê war in. Zarok ji ber sûcên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî rastî kuştin û komkujiyan tên, weke komkujiya Til Rifet ku di encamê de 8 zarok şehîd bûn û komkujiya Serêkaniyê ku hejmareke mezin ji zarokan bi gazên jehrî şehîd bûn. Tevî vê yekê jî lê wijdanê mirovahiyê miriye nexasim rêxistinên mafên zarokan, rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan ku qêrîna zarokên Sînemaya Amûdê, Mihemed Hemîd û bi hezaran zarokan nabihîzin.

Em sûcên dewleta Tirk li dijî zarokatiyê şermezar dikin. Mafê hemû zarokan hene ku jiyaneke kêfxweş bijîn û bên parastin da ku karibin xwe pêş bixin.

Em banga cîhaneke aştiyane û aram dikin. Em bang li hemû sazî û rêxistinan dikin ku erka xwe li hember zarokan pêk bînin, wan biparêzin û şeran rawestînin."

(bx)

ANHA