​​​​​​​Ji jidayikbûnê heta şehadet.. Şehîd Mezlûm û Mihemed Gulo kî ne?

Şehîd Mezlûm Gulo navê şehîd Mezlûm Doxan rakiriye ku şoreşgerekî tenê fedekarî nas dikir. Şehîd Mihemed Gulo jî ji temenê xwe mezintir dixuya û ji biçûkatiya xwe ve tê dikoşiya û di vê rêyê de gihaşt asta şehadetê.

​​​​​​​Ji jidayikbûnê heta şehadet.. Şehîd Mezlûm û Mihemed Gulo kî ne?
17 mijdar, 2021   04:17
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Şehîd Mezlûm Gulo ku navê şehîd Mezlûm Doxan rakiriye, beriya rojekê ji roja jidayikbûna xwe, gihaşt asta şehadetê. Şehîd Mezlûm Gulo 9`ê Mijdarê tevî kalkê xwe Yusif Gulo û kurmeta xwe Mihemed Gulo di komkujiya Hilêliyê de ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve gihaştin asta şehadetê.

Şehîd Mezlûm Doxan yek ji wan pêşengên berxwedana dîrokî ye ya ku di girtîgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê de hate nîşandan. Şehîd Mezlûm Doxan 21`ê Adara 1982`yan roja Cejna Newrozê li dijî kiryarên desthilata Tirk agir berda canê xwe. Dema şehîd Mezlûm Gulo hate dinê, malbatê navê Mezlûm lê dike.

Mezlûm Gulo 10`ê Mijdara 1984`an li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ji dayîk dibe û di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Şehîd Mezlûm kurê şehîd Mistefa yê ku di salên 90`î de li herêma Xerzanê ya çiyayê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk li ber xwe da û gihaşt asta şehadetê. Bi vî awayî şehîd Mistefa Gulo dibe yekemîn şehîdê malbata Gulo ya welatparêz.

Dema ku bavê Mezlûm Gulo şehîd dibe, Mezlûm 4 salî bû, jê û şûn ve dayika wî Necah Gulo û Kalkê wî Yusif Gulo wî li ser fikir û rêgezên Tevgera Rizgariya Kurdistanê mezin dikin.

Şehîd Mezlûm Gulo qonaxa seretayî li dibistana Ferhan Elî dixwîne, qonaxa navîn jî li dibistana Mehmûd Esad a taxa Hilêliyê dixwîne, lê ji ber rewşa madî xwendina xwe terk dike û bi birayên xwe re dixebite.

Şehîd Mezlûm Gulo û malbata xwe di rêya doza kurdî de gelek zor û zehmetiyên siyasî kişandin û gelek caran ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve, dihatin girtin.

SIYASETMEDARÊ MALBATÊ

Dotmama şehîd Mezlûm Gulo, Gulîstan Gulo ji ajansa me re axivî û got: "Zaroktiya Mezlûm Gulo ne zaroktiyeke normal bû, ji hevalên xwe cudatir bû, hemû ferdên malbata wî jê hez dikirin, jîr û jêhatî bû, hemû bûyer şîrove û analîz dikirin, lewma min navê siyasetmedarê malbatê lê kiribû."

Mezlûm Gulo di 6 saliya xwe de, li gel dayika xwe li akademiya Şehîd Mahsum Korkmaz a li herêma Beqa a Lubnanê bi rêber Abdullah Ocalan re civiyan.

Têkildarî mijarê Gulîstan Gulo wiha axivî: "Mezlûm zarokekî jêhatî bû, heta dema bi rêber Ocalan re civiya, silava destan lê nekir, lê belê silava leşkeran lê kir."

Gulîstan Gulo bi bîr xist ku dema Mezlûm 20 salî bû, malbat çû Dêrikê da tev li merasîma ragihandina nasnameyên şehîdên gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibe, di vegerê de gelek ji wan di nav de Mihyedîn, Egîd û Delîl Gulo ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin girtin. Gulîstan diyar kir ku 6 mehan di girtîgehê de di bin lêdan û îşkenceyê de man, dûvre serbest hatin berdan.

Gulîstan Gulo diyar  kir  ku ji ber zilim û zordariya hêzên hikumeta Şamê ya li ser malbatê û girtina di ser malên wan de, Mezlûm û birayên xwe berê xwe dan Başûrê Kurdistanê.

ꞌGEFÊN HIKUMETA ŞAMÊ ME JI TÊKOŞÎNA ME DÛR NEXISTꞌ

Gulîstan Gulo bi domdarî got: "Tevî gefxwarinên hikumeta Şamê, lê dîsa me ji bo xizmeta doza kurdî têkoşîna xwe berdewam kir. Bi ragihandina Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di 19`ê Tîmeha 2012`an de Mezlûm û birayên xwe vegeriyan û da armancên şoreşê û pêk bînin û parastina destkeftiyên wê bikin, dest bi têkoşînê kirin."

Gulîstan Gulo diyar kir ku Mezlûm Gulo tevî ku bavê du zarokan bû (Cemşîd 6 salî û Baran 8 salî), lê dîsa jî bê dudilî bi birayên xwe re tev li şoreşê bû û erka parastina xakê girtin ser milên xwe, di rêya doza xwe de hemû wekî şoreşgeran ketin tevgerê.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ku di encamê de Mezlûm Gulo şehîd bû, Gulîstan Gulo wiha got: "Dagirkeriya Tirk hebûn û nasnameya Kurdan qebûl nake, ji dîrokê ve dijminê Kurdan e û her tim dixwaza wan tune bike, ji ber ku hebûna Kurdan ji fikirê wî yê kapîtalîst re xeteriyê çêdike, ji lew re bi hemû rêbazan hewldana têkbirina wan dike."

ꞌEM JI SER XETA ŞEHÎDAN VENAGERINꞌ

Li Rojavayê Kurdistanê malbata Gulo yek ji malbatên welatparêz ên destpêkê ye, di vê rêya de gelek şehîd dane. Derbarê vê yekê de Gulîstan Gulo wiha got: "Bi sedan wekî malbata Gulo li Rojava hene, li ber xwe didin û tê dikoşin da şoreşa wan li dijî dijmin li dar be. Tirkiye ji malbatên welatparêz ên têkoşer û stûnên şoreşê ne ditirse. Lê dîsa jî dijmin nikare vîna me û vîna gelê me bişikîne."

Dotmama şehîd Mezlûm Gulo, Gulîstan Gulo soza şopandina rêya şehîdan da û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê ji ser fikirê şehîdan venegerin, beriya niha apê Yusif Gulo gotibû; em ê ji bo Kurdistanê û gelê wê heta dawiya li ber xwe bidin, em ê jî li ser vê bingehê tê bikoşin. Her ferdek malbatê dê şopdarên her 14 şehîdên malbata Gulo bin da neteweya demokratîk ava bikin û azadiya fîzîkî ji rêber Ocalan re misoger bikin."

ꞌMIHEMED XORTEKÎ TÊKOŞER BÛꞌ

Şehîd Mihemed Gulo di sala 2000`î de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Xwendina qonaxa seretayî li dibistana Salih Ebdî ya bajêr diqedîne. Bi destpêka şoreşa Rojava re xwendina xwe terik dike û tev li têkoşîna şoreşê dibe.

Xuişka şehîd Mihemed Gulo, Gulan sala 2018`an di Berxwedana Serdemê ya  li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li Efrînê şehîd bû.

Dayika şehîd Mihemd Gulo, Cîhan Gulo da zanîn ku kurê wê bi bêdengî û hezkirina xwe ya ji welêt re dihat naskirin, birêzdarî nêzî kesên temen mezin dibû, li aliyekî din jî her çiqasî bi temenê xwe biçûk bû, lê dîsa jî xortekî têkoşer bû.

ꞌKIRYAREKÎ TIRSONEK BÛꞌ

Cîhan Gulo ku nixurya şehîd Yusif Gulo ye û dayika şehîd Gulan û Mihemed  e, her wiha xwişka şehîd Mistefa û Sebrî û metka şehîd Îsa, Elî û Nuredîn Gulo ye axivî û got: "Em nepoşman in, em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin, dewleta Tirk kesayetên welatparêz hedef digire da ku doza kurdî negihêje armancên xwe."

Cîhan Gulo destnîşan kir ku her sê şehîd hemwelatî bûn, ji bo xak û azadiya gelê xwe tê koşiyan e û êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafirên bêmirov  kiryarekî tirsonek e. Lê dîsa jî ew ê negihêje hedefên xwe yê qirêj.

Cîhan Gulo di dawiyê de got: "Em ê li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Ocalan rêya têkoşînê berdewam bike, beriya niha şehîd Yusif Gulo gotibû ku ew ê 50`î şehîdên din ji malbatê bidin, da bohostek ji erda Kurdistanê rizgar bibe, em jî hîn şopdarên vê sozê ne."

(eh)

ANHA