Malbatên şehîdan ên Girkê Legê konferansa xwe bi gelek biryaran bi dawî kir

Bi diruşma "Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk têk bibin" Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Legê konferansa xwe ya 7’emîn li dar xistin û bi encamnameyekê bi dawî kir.

Malbatên şehîdan ên Girkê Legê konferansa xwe bi gelek biryaran bi dawî kir
16 mijdar, 2021   18:32
QAMIŞLO

Duh çalakiyên 7’emîn konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê bi beşdariya 200 delegeyan dest pê kirin, her wiha di konferansê de nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser ên Girkê Legê amade bûn.

Xebatên konferansê bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kirin, dûvre li ser navê Kongreya Star Ayhan Murad, li ser navê QSD’ê yek ji fermandaran Mihyedîn Îbrahîm û li ser navê PYD’ê Mistefa Mam Xêr axivîn.

/ar/uploads/files/2021/11/16/171822_2021-11-16-girke-konfiranse-mms-28229.webp

Axêveran lidarxistina konferansê li malbatên şehîdan pîroz kir û da zanîn ku têkoşîn û berxwedana şehîdan ewlehî û aramî ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk anî û bi saya şehîdên Kurdistanê gel bi aştî dijî. Divê tevahî gelên herêmê têkoşînê berdewam bikin ku armancên şehîdan pêk bînin û tevahî planên navneteweyî yên li dijî gelên herêmê têk bibin.

Piştre rapora salane ya xebatên malbatên şehîdan hate xwendin û ew xebat hatin nirxandin.

Dûvre mecliseke nû ya malbatên şehîdan a Girê Legê hat hilbijartin û ji 11 endaman pêk tê.

Konferans bi gelek biryaran bi dawî bû;

/ar/uploads/files/2021/11/16/171832_2021-11-16-girke-konfiranse-mms-28129.webp

-Ji bo azadiya rêber Apo têkoşîn were xurtkirin.

-Tevahî pirsgirêkên malbatên şehîdan bêyî derengxistin bi rêya Meclisa Malbatên Şehîdan werin çareserkirin, were xwestin dê komîte ji bo vê yekê werin avakirin.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan di nav malbatên şehîdan û civakê de saziya pêşeng be.

-Ji bo şopandina rêxistinbûyîna malbatên şehîdan û diyarkirina erk û peywiran di saziyê de komîteyeke taybet were avakirin.

-Xebatên perwerdeyê di Meclisa Malbatên Şehîdan de were domandin.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan li hemberî êrişên li ser nirxên şehîdan û felsfeya rêbertiyê bisekine.

-Ji bo pêşxistina xebatê, divê Meclisa Malbatên Şehîdan bi hemû saziyan re koordîne bike.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan, li ser pirsgirêkên diravî û aborî yên malbatên şehîdan bisekine û li gorî derfetên heyî projeyên aborî veke.

-Divê Meclisa Malbatên Şehîdan pêşengtiya civakê di rêxistinkirina gelê şoreşger li ser fikir û felsfeya rêbertî de bike.

(fr)

ANHA