​​​​​​​AKP’ê afrînerê aloziyan e

​​​​​​​AKP’ê afrînerê aloziyan e
17 mijdar, 2021   05:02

GÎVARA ŞÊX NÛR

Hêzên hegemon siyasetên belavkirina krîzên afrîner li cîhanê dimeşînin da ku karibin serweriya xwe lê ferz bikin.

Digel zihniyeta AKP’ê ya tirkî û pêşiyên wê, Rojhilata Navîn bû baregeha nakokî û fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê de. Ev herêm ku diviyabû dewletên YE’yê di aliyên aborî, siyasî û civakî de hevrik bûna, lê veguherî herêmeke li ser şeran dikele.

Tirkiye ji bo îstiqrarê li welatên cîran ti derfet nehişt. Her çendî ku dewleteke saziyên xwe birêxistin bike û kaxizên xwe yên siyasî, civakî û aborî danhev dike, serokê AKP’ê Recep Teyyîp Erdogan destdirêjî û destwerdanê lê dike, aloziyan lê belav dike û bi rêya belavkirina teror û aloziyê hewl dide aramiyê derbe dike da ku wê dewletê kontrol bike.

Destwerdana dewleta Tirk li Lîbya, Sûriye, Iraq, Qerebax, Somal û Ukrayna nimûneya destwerdanên wê ya bêserûber li karûbarên herêmê ye.

Zihniyeta AKP’ê ji yên beriya wê ne cuda ye, ji ber ku armanca tevahî dewletên neteweyî (laîk an jî olî) yek e, ew jî çewisandin û kolekirina gelan e. Diruşma neteweperstî yan jî olî tenê xîtab in, armanc jê ew e ku nefret, cudabûn û nakokiyên neteweyî belav bike.

Çeka rejîmên desthilat û dîktator derxistina fîtneyên etnîkî, neteweyî û olî di navbera welatiyên neteweyekê de ye. Dewleta Tirk û Erdogan jî û yên beriya wî jî bi hemû rê û rêbazan hewl didin dijminahiyê bixin navbera pêkhateyên herêmê.

Netewe-dewleta Tirk di radeya yekemîn de pişta xwe dide têkbirina gelan di aliyê madî de û heke nikarî vê pêk bîne serî li asîmîlekirinê dide. Dewleta Tirk hêza xwe ji cihêrengiya li nava sînorê wernagire, lê belê bi rêya nakokî û şerên her kesên ku li dijî wê biksekine hebûna xwe berdewam dike û hewl dide lawaz bike û wan li hember hev rake.

Li gorî rêber Abdullah Ocalan, AKP`ê li ser destên Amerîka, Brîtaniya û Îsraîlê hatiye avakirin da xizmetê ji hegemoniya van her sê aliyan re bike, nexasim li herêma Rojhilata Navîn.

Darbeyên leşkerî yê li Tirkiyê yek ji alavên her sê dewletên navborî ye, da tevgerên şoreşger ên li vî welatî tune bikin. Vê yekê jî bi rêya guhartinên şeklî yê di lutkeya sazûmaniya desthilatê de dê pêk bînin, da parastina vê rejîmê ji hêzên hegemonîk re bikin û kiryarên xwe li hundirê Tirkiyê û derveyî wê berdewam bike.

FITNEYÊN KURDÎ-TIRKÎ

Destpêkê bapîrên Erdogan li Tirkiyê hewl dan li dijî Kurdan siyaseta qetilkirin û koçberkirinê bidin meşandin, da doza kurdî ji holê rakin û li aliyekî din qirkirina etnîkî pêk bînin, li aliyekî din jî di jî fitneyê di navbera Kurd û Tirkên li herêmê de derxe, ji ber ku alozî çeka yekane ya berdewamkirina dewleta Tirk a faşîst e.

Lê hemû planên dewleta Tirk ên pişaftin, qirkirin, xuliqandina aloziyan û belavkirina fitneyan bi bin ketin û bi avakirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbeyeke mezin xwar. Ji ber ku biratiya gelan di nav pêkhateyên Sûriyê de ava kir da li dijî aloziya ku Erdogan derdixe, bisekinin.

FITNEYA KURDÎ-EREBÎ

Her sê dewletên navborî  bajarên Carablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî  dagir kirin da ku projeya pêşeng a li Rojhilata Navîn têk bibin û herêmên ku xwe dispêrin vê projeyê ji hev qut bikin. Lê dîsa jî êrişên dagirkerane têkçûn. Ji lew re dewleta Tirk bi rêya qetilkirina serokeşîrên Ereban şerê taybet da meşandin, da ku eşîrên Ereban li dijî Rêveberiya Xweser derkevin, lê ev hewldan jî têk çûn, ji ber ku biratiya Ereb û Kurdan bi saya projeya neteweya demokratîk bû rastiyek û bi xwîna bi hezaran şehîdên Ereb, Kurd û Xiristiyanên li Sûriyê hate xêzkirin.

Sedema binketina dewleta Tirk li sîstema biratiya gelan a ku Rêveberiya Xweser  di nav pêkhateyan de ava kiriye, vedigere, ji lew re pirr zehemt e ku hêzeke dagirker wekî Tirkiyê vê sîstemê xirab bike, li ser vê yekê dewleta Tirk her tim gefan li herêmê dixwe. Isbata vê yekê gotegotên ku belav dike, hedefgirtina kesayetên welatparêz mîna malbata Gulo ya welatparêz ku 3 ferdên wê şehîd xistin. Lê dîsa jî baweriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi hêza leşkerî û siyasî hişt ku siyaseta dewleta Tirk a dagiker a li hundirê Tirkiyê û derveyî wê têk biçe.

Rejîma Tirk dê her tim hewldana derxistina fitneyên di nav gelan de bike. Erdogan niha Kurdan hedef digire û li Sûriyê wan bi destên Ereban dide qetil kirin. Her wiha Erebên sûrî li dijî Ermenên li Qerebaxê û Lîbyayê bi kar anîn û Erebên sûrî jî li dijî Erebên lîbîyayê da şerkirin. Armanca dewleta Tirk ji van hemûyan ew e ku dijminatiyê di navbera gelê herêmê de derxîne ku dê zehmet be di demeke nêz de bandora wê were rakirin, pê re jî ew û hevalbedên xwe yê rejîma cîhanî hikumdariyê li herêmê bikin û xêr û bêra wê jî desteser bikin. Di dawiyê de ger gel li dijî vê rejîma faşîst nebin destek dê zirarên ku zehmetiya wan bikişînin bi salan dewam bike.

(fr-eh)

ANHA