Lêkolînerekî armancên “Na belge” ya Urdunê diyar kirin

Di çend rojên dawî de dezgehên çapemeniyê bal kişandin ser belgeyeke urdunî ya têkildarî Sûriyê. Rojnamevan û analîzvan Hisên Omer destnîşan kir ku armancên vê belgeyê aborî ne. Her wiha hevserokê MSD`ê Riyad Derar jî peyamek têkildarî çareseriya li Sûriyê ji welatên ereb re şand.

Lêkolînerekî armancên “Na belge” ya Urdunê diyar kirin
17 mijdar, 2021   03:09
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat beriya çend rojan belgeyeke urdunî ya têkildarî normalîzekirina têkiliyan di navbera dewletên ereb û hikumeta Şamê de weşand.

Di belgeya ku bi navê “Na belge” hatî binavkirin de armanca dawîn a normalîzekirina dewletên ereb têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re hatine eşkerekirin ku divê hêzên biyanî û çekdarên biyanî yên sala 2011`an derbasî Sûriyê bûne jê derkevin. Di nav de vekişîna hêzên Amerîkayê û Koalîsyona Navneteweyî ji bakur û rojhilatê Sûriyê û heta ji baregeha Tenefê ya li nêzî sînorên Urdun û Iraqê jî heye. Ev yek di serî de hegemonya Îranê li hinek beşên diyar ên Sûriyê qels bike.

Li gorî rojnameyê, Urdunê ji çend mehan ve ev plansazî amade kiriye. Kiralê Urdunê Şah Ebdullah El-Sanî ev plansazî bi serokê Amerîkayê Joe Biden re li Washingtonê di meha Tîrmehê de û bi serkokê Rûsyayê Valdimir Pûtîn re jî di meha Tebaxê de û bi geleke serokên ereb û biyanî re nîqaş kiriye.

Di 6 rûpelên belgeyê de lêvegerek li ser 10 salên berê û siyaseta guhertina rejîmê li Sûriyê hatiye çêkirin û piştre hatiye pêşniyarkirin ku reftariya rejîma li Sûriyê hêdî hêdî were guhertin.

`BERJEWENDIYÊN ABORÎ YÊN URDUNÊ`

Girêdayî mijarê nivîskar û lêkolînvanê siyasî Hisên Omer ji ajansa me re axivî û got: “Têkildarî belgeya “Na belge”, bi rastî ew ne belgeyeke urdunî ye, lê belê destê gelek dewletan tê de hene. Xwe li paş Urdunê veşartine da ku Urdunê di vê mijarê de ya herî ber çav Urdun be.”

Hisên Omer wiha domand: “Di hemû rewşan de ev belgeya têkildarî Sûriyê, kêm e û tenê berjewendiyên siyasî û aborî yên Urdunê pêk tîne. Ji ber ku mîna tê zanîn, ji destpêkirina şoreşê li Sûriyê yê herî zêde zirar dîtiye, Urdun e. Ji ber ku xeta tiranzît (veguhestin) a ewropî û kendavî ku di Sûriyê re derbas dibû, qut bû. Vê xeta aborî aboriya Urdunê xwedî dikir, lê piştî qutkirina wê aboriya Urdunê têk çû.”

Omer diyar kir ku piştî qutkirina wê xetê aboriya Urdunê hêdî hêdî gihîşt asteke pir xerab. Ji  bo ku karibe dewletên cîhanê îqna bike ku opozîsyona Sûriyê ya ku pişta xwe dide Tirkiyê, êdî bûye esîrê pêkanîna ajandeyên dewleta Tirk. Her wiha Omer wiha domand: “Opozîsyona Sûriyê hewl dide armanca dewleta Tirk a sereke pêk bîne ku tu rêveberiyeke xweser a kurdan tune be û nikaribe bi awayekî azad xwe bi rê ve bibin.”

`DUALÎTEYA AMERÎKAYÊ`

Girêdayî helwesta Amerîkayê Hisên Omer got: “Rêveberiya Xweser ji du salan ve ji Amerîkayê dixwaze ku herêmên wê ji cezayên Qeyser dûr bixe, lê amerîkiyan got ev mijar gelek dijwar e û pêwîstiya wê bi qanûnên taybet hene. Lê di heman demê de Amerîka herêmên di bin kontrola Cebhet El-Nusra û çeteyên dewleta Tirk de ji cezayan efû dike. Ev dualîteya Amerîkayê tê naskirin, lewra dema Misir û Urdun li berjewendiyên xwe fikirîn û mijara sererastkirina xeta gazê ku ji Sûriyê re derbas dibe û digêje Lubnanê ji Amerîkayê re pêşkêş kir, DYA bê teredud ev pêşniyar erê kir.”

Omer destnîşan kir ku ruxmî di belgeyê de gelek nuqteyên mîna avakirina desthilateke demkî hene, lê wiha pirsî: "Bêyî ku berjewendiya gelê Sûriyê di ber çavan re werin derbaskirin, gelo çawa wê ev desthilata demkî were avakirin?  Ev “Na belge” urdunî, wisa hat bi navkirin, ji ber ku ger dewlet û hikumetên li herêmê ev belge erê nekirin, wê demê Urdun dê bêje ew jî xwedî lê derneketiye.”

`JI BER BERJEWENDIYÊN HEVBEŞ.. DERKETINA DAGIRKERIYA TIRK NEHATIYE BIBÎRXISTIN`

Derbarê derketina dagirkeriya Tirk ji Sûriyê de, Hisên Omer diyar kir ku di vê belgeyê de derketina dewleta Tirk ji Sûriyê nehatiye bibîrxistin û wiha berdewam kir: “Navê dewleta Tirk di belgeyê de nehatiye bibîrxistin, tenê navên Îran, Amerîka û Rûsya hene. Behsa derketina hêzên Tirkiyê ji Sûriyê bi carekê nehatiye kirin. Ji ber ku xeta veguhestinê ku di Urdunê re derbas dibe, di Tirkiyê re jî derbas dibe, ji ber wê derî vekirî hat hiştin. Li aliyekî din têkiliyên di navbera Tirkiyê û Urdunê de baş in, tevgera ixwanan li Urdunê û di saziyên wê de jî çalak in.”

Hisên Omer ev yek li nirxandina xwe zêde kir: “Dagirkeriya Tirk ji ya Îranê xetertir e. Ev rastiyek e. Îran bi erêkirina rejîmê derbasî nava saziyên Sûriyê bûye û rejîm nikare rola wê kêm bike. Ji ber wê însiyatîfa Amerîkayê ku hatiye eşkerekirin, qet behsa derxistina Îranê ji Sûriyê nekir.”

`PÊKANÎN BI BIRYARA AMERÎKAYÊ VE GIRÊDAYÎ YE`

Girêdayî pêkanîna vê belgeyê Hisên Omer got: “Ne Urdun û ne jî tu dewleteke ereb nikarin tiştekî li ser rûyê erdê bikin. Du dewlet hene ku tiştên dixwazin li Sûriyê ferz dikin, ew jî Rûsya û Amerîka ne. Biryara erebî ya têkildarî rêbazên danûstandina bi rejîma Sûriyê re bi biryara amerîkî ve girêdayî ye. Bi nêrîna min serdana wezîrê karên derve yê Îmaratê, di navbera Îrmarat û Qeterê de li ser mijara danûstandina bi rejîmên herêmê re hevrikiyek e."

DERAR: EV "NE KAXIZ" NE LI GORI ARMANCEN XWE YE

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ajansa me re axivî û got: Ji Tîrmehê ve Kiralê Urdunê gelek caran serdana Amerîka û Rûsyayê kir da ku pirsgirêkên li Urdunê çêbûne û aloziyên ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, werin çareserkirin. Di encama wan civînan de ev belge derket. Nûnerê Urdunê di civînên Komeleya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ew belge pêşkêş kir."

Derar diyar kir ku di vê belgeyê de, rêbazên ji nû ve danûstandina bi rejîma El-Esed re tên pêşniyarkirin û wiha berdewam kir: “Ev belge danûstandina berê bê encam dibîne. Ji navê wê diyar dibe ku ev belge ji guhertin û nîqaşê re vekirî ye.”

Riyad Derar ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Gelek nakokî di navaroka wê de hene û ne li gorî armancên ku ji bona wê hatiye danîn e. Tê de êş û azarên sûriyan ji ber dorpêçê, wêraniya ku çêbûye, birçîbûna ku gel pê re rû bi rû ye û gendeliya di nava leşker û saziyên rêjîmê de hatiye paşguhkirin.”

Derar wiha domand: “Ew hewl didin motîvasyonan pêşkêşî rejîmê bikin, lê ev yek cezayan sivik nake û xizmeta çareseriyê jî nake û heta tazmînatan nade gelê hejar. Danûstandina rejîmê bi vê belgeyê re wê mîna danûstandina wê ya bi komîte û çareseriyên berê re be. Dê hinek mijaran erê bikin, lê tu carî bi awayekî fermî tawîzan nade. Li gorî min tu derfetên pêkanîna vê belgeyê bi awayekî têrker tune ne. Tu destkeftiyeke rasteqîn bi dest nakeve ji ber ku xizmeta fedekariyên gelê Sûriyê ku êş û azarên şer kişandine, nake."

‘ME LÊ NENIHÊRÎ YE, LÊ ÇARESERÎ TÊ DE TUNE YE`

Têkildarî nihêrandina MSD`ê ji belgeyê re Derar wiha got: "Me lê nenihêrî ye û tu kesî jî ji bo nîqaşkirina wê têkilî çênekiriye."

Derbarê nihêrandina wan jê re Riyad Derar ev tişt got: "Ez texmîn dikim ku beşek girêdayî QSD`ê tê de hebû û dibe ku armanca wê jî lihevkirinên herêmî û navneteweyî bi rêya vê pêşkêşkirinê be. Tê de ji bo çareserkirina kampa Holê û çeteyên DAIŞ`ê yên girtî, nêrînek hebû, her wiha li gorî belgeyê peymanek di navbera QSD`ê û hikumeta Şamê de çêbibe da ku Amerîka xwe bikişîne. Ev hemû jî ne çareserî ne, lê pêşkêşkirinên derew in, ji ber ku di encamê de ev belge tu çareseriyên rast pêşkêş nake."

‘ŞAM DÊ DEV JI ÎRANÊ BERNEDE‘

Têkildarî rasthatina "Na belge" ji vekişandina hêzên biyanî re û helwesta dewleta Tirk ji vê belgeyê re Derar wiha axivî: "Vê belgeyê ji aliyê amerîkî yan jî ewropî ve tu girîngî ne dît. Ew jî dema ku balê dide şerê li dijî şaneyên DAIŞ`ê daxuyaniyên Amerîkayê wiha dibêje: "Erka me bidawî nebûye. Belgeya "Na belge" herî zêde behsa xurtikirina hebûna Rûsiyê li Sûriyê dike û dibîne ku ew rêya derxistina Îranê ye. Ev jî ji hêviyan dûr e. Hikumeta Şamê dê li ser hesabê têkiliyên bi Îranê re neyê xapandin, ji ber ku hikumeta Şamê ji bilî Îranê baweriya xwe bi tu hêzê nayne."

Derar wiha domand: "Rûsya dikare li ser mekanîzmeya pêkanînê erê bike. Lê wek ku em dizanin Rûsya zextê li ser rejîmê ferz nake, ji ku sûdê ji berdewamiya aloziyê dibîne. Ev yek xizmeta Rûsyayê dike. Vekişandina Pasdarên Îranê û komên girêdayî Îranê ev hemû dikevin nava tetbîqatên ku bidawî nabin."

‘DÊ GIRTÎ BIMÎNE‘

Girêdayî derfeta pêkanîna wê Derar ev tişt anî ziman: "Ew ne belgeyeke. Ez texmîn dikim ku ew dê girtî bimîne. Ji ber ku hemû xapandinên tê de nagihêje xwesteka rejîmê û hevalbendên wê. Tirkiyê elbet qebûl nake ku beriya her kesî vekişe. Ji ber ku bi vî awayî xwestek û çavnebariyên wê pêk nayên, her wiha naxwaze ku destkeftiyên Îran û Rûsya ji destekftiyên wê zêdetir bin."

Têkildarî rola Urdun û dewletên ereban di çareserkirina aloziyê û pêkanîna bendên vê belgeya derbarê terorê an jî vegera koçberanû penaberan de Derar wiha got: "Ez texmîn dikim ku armanca "Na belge" pêşkêşkirina motîvasyonan ji rejîmê re ye. Li gorî belgeyê dê pêşniyar bi lênerîneke baş were diyarkirin. Ji ber ku ew dixwazin koçber û penaber bi dildarî û ewle û bi rêya şêwazekî gav bi gav û sîstematîk wek ku di bin sponseriya komseriyê de hatiye pêşkêşkirin, vegerin. Lê ji ber ku koçber û penaber ji ber gelek sedeman ditirsin ku vegerin, ev belge dê bê wate bimîne, ger ku bi rêya mekanîzmeya destûrî pêk neyê."

Riyad Derar di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Helwesta li hember dewleta Tirk û  dagirkirina wê ji xaka Sûriyê re ya bi hevkariya hêzên navnetewey re û serweriya wê li ser gelek komên radîkal ku li herêmên dagirkirî sûcan li dijî welatiyan pêk tîne tune ye. ji bo wê wateya vê belgeyê tune ye."

‘ARMANCA WÊ DÛRKETINA JI ÇARESERIYÊN CENEVÊ YE‘

Têkildarî armanca ji belgeyê Derar wiha bilêv kir: "Armanc ji vê belgeyê dûrketina ji çareseriyên Cenevê û vegera ji biryara 2254`an e."

Derar wiha pêde çû: "Belge çareseriyê asteng dike û weke xapandin dixwaze rejîm careke din vegere sîtemeke erebî. Ji ber ku ev xwestekeke navneteweyî, herêmî, erebî û îsraîlî ye.

DERAR JI DEWLETÊN EREBAN RE: EV BELGE NE RÊYA ÇARESERIYÊ YE

Riyad Derar peyamek ji dewletên ereb, pêwendîdar û ji amadekarên belgeyê re şand û wiha got: "Peyama me ji vê belgeyê re ew e ku ev "Na belge" ne rêya çareseriyê ye. Lê mirov dikare wê weke sîstemeke nû ne weke rêbazekê ji bo çareserkirina aloziyên mirovî, esas bigre. Tevî ku di belgeyê de pir zêde behsa aloziyê tê kirin ku alozî bi rêyên siyasî çareser dibin, lê tu hêvî jê tune ne. her wiha vegera rejîmê li Yekîtiya Ereban dê bibe sedem ku rejîm xwe neguhere, ji ber ku ew wekî ku ew serkeftî ye li xwe dinihêre. Ji ber vê yekê ger dewletên ereb berê xwe bidin rejîmê û wê xelat bikin, wê guhartin ji aliyê wê ve çênebin û dê her tişt wekî ku çawa dest pê kir, bi dawî bibe."

Riyad Derar wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em texmîn dikin ku tişta ku tê xwestin guhertina siyaseta rejîmê. Lê guhertina siyasetmedarên ereban ber bi dozên ereb û dozên mirovî yên heyî li herêmê jî tê xwestin. Ev jî bi awayekî cidî ji cîhanê tê xwestin ku bi çavekî mirovî li berdêlên gelê Sûriyê binihêrin, her ger dixwazin berjewendiyên xwe li ser vê esasê pêk bînin."

(şx-bx)

ANHA