Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-1

Malbatên çeteyên Roj bang li xizmên xwe kirin ku êdî divê nebin tifinga li ser milê dewleta Tirk û gotin: “Ew ne pêşmerge ne, hêzeke çete yên dewleta Tirk in.”

Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-1
17 mijdar, 2021   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN –CİHAN BİLGİN

Malbatên çeteyên Roj: Ew ne peşmerge ne çeteyên Tirkiyê ne

Piştî tevgera çeteyên Roj li dijî çiyayên Kurdistanê û gerîlayên azadiyê, helwestên malbatên wan zêdetirîn derdikeve ku tevgerên wan bi bêrûmetiyê pênase dikin.

Li gorî malbatên çeteyên Roj dibêjin gelek ji wan ji ber rewşa aborî û leşkertiya hikumeta Şamê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê piştî çend salan tev li çeteyên Roj bûne. Heya niha mabûna wan di nav çeteyên Roj de ji aliyê malbatên wan ve nayê qebûlkirin.

'BIRAYÊ MIN BIRINA QENDÎLÊ'

/kr/uploads/files/2021/11/16/195505_mhn-hesen.webp

Mûhîn Hesen, birayên wî Ednan Hesen û Sabir Hesen ji ber leşkertiya hikumeta Şamê di sala 2013`an çûne Başûrê Kurdistanê.

Hesen, diyar dike ku birayên wî li ser nebaşbûna aboriyê di sala 2014`an de tev li çeteyên Roj bûne. Vê sedema tevlibûna wan wekî hincet dest digre ku dibêje îro li hemberî gerîlayan bi cih bûne. Hesen, helwestên xwe li dijî her du birayên xwe wiha tîne ziman: “Ev siyaseta dewleta Tirk e ku dixwaze di navbera Kurdan de şer derxînin. Dewleta Tirk bi xwe bi me nikare. Wekî ku Mam Celal û Mesûd Berzanî berdan hev dîsa dixwazin dijminatiyêk çêbikin. Em naxwazin ku tiştên wiha çêbibe.  Ger li wir fitne çêbibe wê li vir jî çêbibe. Birayekî min niha birine Qendîlê beramberî gerîlayan bidin şerkirin. Çi karî wî li wir heye? Peşmergeyên Roj yên ku naxwazin herin li dijî gerîla şer bikin wan digirin. PDK çima wan dişîne?”

 WAN BI DEREWÊN GIRTINÊ ASTENG DIKIN        

Hesen, dibejê ku gelek caran bi birayên xwe re diaxive û banga vegerê li wan dike. Di çarçoveya antîpropagandaya ku li dijî Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD de tê kirin birayên wî jê re dibêjin ku 'ger em vegerin em ê bên girtin'.

Hesen derbarî bersivdayîna birayên xwe dibêjê: “Heya niha kes nehatiye girtin û nayên girtin jî. Vegerin, kes we nake zindanan. Ji xwe dewleta Tirk jî nahêle vegerin. Birayên min dibeje ku ew nikarin fermî vegerin. Kesên ku dev ji wan ber didin navên wan li her cihî belav dikin ku nahêlin li tu cihî kar bikin. Perê wan jî nadin. Her 4-5 mehan carekê meaşê wan didin. Ji ber wê nedayîna hinceta meaşê gelekan dev ji wan berdan. Yên ku ji wan vediqetin bila vegerin welatê xwe.” 

DIKARIN ÎRO ÇEKÊN XWE DEYNIN Û HELWEST BIGRIN

Hesen, destnîşan kir ku ew naxwazin êdî çeteyên Roj bibin tifinga li ser milê dewleta Tirk û wiha berdewam dike: “Ger birayê min li wir were kuştin nabe şehîd jî. Ew ne pêşmerge ne, hezêke çete yên Tirkiyê  ne. Mesûd Barzanî dibejê em şerê birakujî naxwazin. Baş e, yê ku niha çêdibe çi ye? Gotina birakujî ne raste. Gelê me yên Rojava kirine hêzeke Tirkî. Ew ne hêzeke Kurdistanî ne. Tirkiye dixwaze me bike dijminê hev. Divê Pêşmergeyên Roj bi xwe bihesin ku dev ji van tiştan berdin. Dikarin îro çekên xwe deynin û helwest bigirin ku bibêjin em birayên xwe nakujin. Dewleta Tirk heye ku wan sibe bibe Îranê, Lîbya. Bila werin li vir şerê dijmin bikin. Tu dijminên me li Qendîlê tune ne.”

HEVKARIYA BI DEWLETA TIRK RE BÊRÛMETÎ YE

/kr/uploads/files/2021/11/16/195445_evdilxan-qar-2.webp

Evdilxanî Qarê jî 47 salî ye. Birayê wî bi navê Şîraz Qarê ku 50 salî ye ev 7 sal in di nav çeteyên Roj de cih digire. Li gor Qarê dibêje birayê wî li ser rewşa aborî tev li çeteyên Roj dibe. Lê heya niha mayîna wî jî rexne dike ku dibêje ger tu vegerî li herêmê hezar kar heye. Her wiha Qarê, derbarê bicihbûna çeteyên Roj li qadên gerîla jî helwestên xwe ji kameraya me re parve dike: “Birakujî ne layiqê me ye, berê xwe bidin dijmin. Divê berê xwe bidin Erdogan.  Lawê min jî di nav YPG de ye.  Sibe du sibe wê çawa çek li hev rabikin?”

Qarê, anî ziman ku hevkariya bi dewleta Tirk re bêrûmetî ye û bang li birayê xwe kir û got: “Bang li birayê xwe dikim ku vegerê û li vir kar bike. Kar li vir zêde ye. Baştirê tu bin siya Erdogan de be û bibe çete. Dema ez ji tere gotina çete bikartînim ez bi xwe aciz dibim. Ez naxwazim tu wê rêyê berdewam bike. Tu bi ya min bike vegere erda xwe.”

ANHA