Cibraîl Mistefa: Hemleya Dem Dema Azadiyê ye dê aloziya Rojhilata Navîn bi dawî bike

Hevserokê Parêzerên Kantona Efrînê Cibraîl Mistefa, da zanîn Hemleya Dem Dema Azadiyê ye hemleyeke gelek girîng e, her wiha destnîşan kir ku azadiya rêber Abdullah Ocalan dê bi xwe re dawiya alozî û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bîne.

Cibraîl Mistefa: Hemleya Dem Dema Azadiyê ye dê aloziya Rojhilata Navîn bi dawî bike
17 mijdar, 2021   01:47
ŞEHBA – LEYLA LORÎN

Parêzer Cibraîl Mistefa têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, ji ajansa me re axivî.

‘BÊHIQÛQIYA LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN LI SER RÊBER OCALAN TÊ MEŞANDIN’

Hevserokê parêzerên Kantona Efrînê Cibraîl Mistefa bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û hemleya Dem Dema Azadiyê ye û wiha axivî:" Dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, sûçekî pir mezin e û li dijî zagonên mafê mirovan e. Ji ber ku rêber Ocallan ne şexsek e, lê belê îradeya gelê Kurd temsîl dike. Rêber Abdullah Ocalan, bi destê dewletên hegemon hat girtin û heta niha jî di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin. Pergala Îmraliyê bi xwe sîstemeke îşkencê ye. Lê mixabin hiqûq di bin destê hêzên desthilat û hegemon de ye. Weke parazerekî ez dibînim bêhiqûqiya herî mezin li dijî Rêber Ocalan, tê kirin. Li gorî hiqûqê, divê li hember her kesî nêzîkatiyeke wek hev hebe. Lê ev mafê mirovî, ji Rêber Ocalan hatiye standin."

‘CPT DIJÊ VÊ BÊHIQÛQIYÊ HÎNA JÎ BÊ DENG E’

Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku bi salan e ku parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê, ev bi xwe sûceke li dijî hiqûqa gerdûnî ye û wiha pê de çû:" Li ser rêber Abdullah Ocalan û parêzerên wî tecrîda girankirî di asta herî jor de tê meşandin. Parêzer heta niha hîn nikarin bi rêber Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. Ev dij qanûnî têrê nake, bi ser de jî dewleta Tirk sûcekî din li ser sûcên xwe zêde kiriye. Ji bo mirov tişta herî xwezayî, volta avêtin e. Lê qanûnên dewleta Tirk a li dijî mafên mirovan, sizaya (cezayê) volta avêtinê jî li ser rêber Abdullah Ocalan biriye.  Hiqûqa Ewropa CPT û saziyên mafên mirovan jî çavdêriya vê bêhiqûqiya li ser Ocalan dikin. Li gorî hiqûqa gerdûnî ev sûçekî pir mezin a li dijî mafên mirovan û gerdûnê ye."

‘HEMLEYA DEM DEMA AZADIYÊ YE MISOGERIYA AZADIYA GELAN E’

Parêzer Cibraîl Mistefa di berdewama axftina xwe de bal kişand ser hemleya sala duyemîn a Dem Dema Azadiya Ocalan û wiha domand:" Hemleya Dem Dema Azadiya rêber Ocalan, hemleyeke gelek girîng e. Azadiya rêber Abdullah Ocalan, dê dawiya hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bîne. Ji ber ku kilîta çareseriya pirsgirêka gelê Kurd, bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye. Alternafîta hêza çareseriyê, ji bo hemû pirsgirêkan, di tezên rêber Abdullah Ocalan de şênber e. Ji bo wê divê gelê Kurd û dostên gelê Kurd, 24 seatan di hemleya sala duyemîn a Dem Dema Azadiyê ye de li ser piyan bin, da ku azadiya rêber Ocalan misoger bibe. Ji ber ku azadiya rêber Ocalan, misogeriya jiyaneke azad, wekhev û biratiya gelan e."

ANHA