Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Mehmûd Reşo wefat kir

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo Mehmûd Reşo, vê sibehê ji ber krîza dil li bajarê Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Mehmûd Reşo wefat kir
16 mijdar, 2021   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê li ser wefata cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Mehmûd Reşo peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin: "Bi êş û xemgînî me agahiyên wefata cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Mehmûd Reşo bihîst. Mehmûd Reşo vî sibehê ji ber krîza dil wefat kir. Ji xweda dixwazin ku wî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî bike buhişt."

ANHA