Desteya Çand û Hunerê ya Cizîrê li Hesekê şahiyek li dar xist

Bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê şahiyek bi sernavê "Bibin xwediyê axa welat" li dar xist.

Desteya Çand û Hunerê ya Cizîrê li Hesekê şahiyek li dar xist
Desteya Çand û Hunerê ya Cizîrê li Hesekê şahiyek li dar xist
Desteya Çand û Hunerê ya Cizîrê li Hesekê şahiyek li dar xist
16 mijdar, 2021   16:31
HESEKÊ

Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê li dar ket, tê de hunermendên Rojava; Denîş Botan, Mizgîn Tahir û bi dehan şêniyên Dirbêsiyê beşdar bûn.

Têkildarî vê yekê, endamê komîteya amadekar a şahiyê Eymen Şakir wiha got: "Armanc ji lidarxistina vê şahiyê digel gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna siyaseta şerê taybet, ew e ku girêdana bi axa welat ve were xurtkirin û siyaseta dijmin a valakirina herêmê bê bibinxistin."

Şakir da zanîn ku şahî ji bo xurtkirina rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş hat lidarxistin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre hunermend Denîş Botan, Eymen Şakir, Selman Îbrahîm û Behcet Elî stranên folklorî û şoreşgerî pêşkêş kirin û dîlan li ber stranan hat gerandin.

(fr)

ANHA