​​​​​​​Balafirên bêmirov ên Tirkiyê careke din li ser Kobanê digerin

Careke din balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Kobanê û gundewarên wê yên rojhilat û rojava digerin.

​​​​​​​Balafirên bêmirov ên Tirkiyê careke din li ser Kobanê digerin
16 mijdar, 2021   16:22
KOBANÊ

Di van kêliyan de balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Kobanê, gundewarên rojhilat, bajarokê Şiyox ê rojhilatê Kobanê digerin.

Ji zêdetirî du hefteyan ve balafirên keşfê û yên bêmirov ên dagirkeriya Tirk li asîmanê Kobanê, piranî bajar û herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digerin.

(fr)

ANHA