Îstixbarata Tirk Kurdên revandî veguhastin girtîgeha çeteyên Cebhe El-Şamiyê

Li gorî çavkaniyekî taybet îstixbarata dewleta Tirk a dagirker welatiyên Kurd ên revandî yên ji Efrînê ku di girtîgeha Kilîsê de dihatin girtin, veguhastin girtîgehe çeteyên Cebhe El-Şamiyê ya li gundê Kefercenê yê Efrînê.

Îstixbarata Tirk Kurdên revandî veguhastin girtîgeha çeteyên Cebhe El-Şamiyê
16 mijdar, 2021   13:16
ŞEHBA

Çavkaniyekî taybet ji ajansa me re ragihand ku îstixbarata Tirk Kurdên revandî yên ji Efrînê ku di girtîgeha Kilîsê ya Tirkiyê de dihatin girtin, veguhastin girtîgeha çeteyên Cebhe El-Şamiye.

Li gorî heman çavkaniyan hejmara kesên revandî 150 e û li ser 2 beşan hatine veguhastin û yekser radestî çeteyan hatine kirin.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku kesên revandî birine girtîgeha li gundê Kefercenê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê. Girtîgeh bi xwe mezra ye û xwediyê wê koçberê ji Efrînê yê bi navê Cemîl Qorto ye û li ser rêya di navbera Efrîn û Ezazê de ye. Çeteyan piştî dagirkirina Efrînê dest danîbû ser.

(şx)