Şêniyên Dêrazorê: Dagirkeriya Tirk hewl dide binketina xwe bi komkujiyan veşêre

Şêniyên gundewarên rojavayê Dêrazorê îro daketin qadan û komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar kirin.

Şêniyên Dêrazorê: Dagirkeriya Tirk hewl dide binketina xwe bi komkujiyan veşêre
16 mijdar, 2021   13:22
DÊRAZOR

Meclisa Ciwanên Dêrazorê û Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê xwepêşandan organîze kir. Xwepêşandanê ji Çerxerêya Şehîdan a bajarokê El-Sewa dest pê kir. Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û jinên Dêrazorê tev li xwepêşandanê bûn û sloganên şermazkirina komkujiyên dewleta Tirk berz kirin.

Li ber navenda Meclisa Ciwanan, daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Meclisa Ciwanên Dêrazorê Rehef El-Şelaf hate xwendin û tê de komkujiyên dewleta Tirk ên ku sivîlên ji Bakur û Rojhilatê Sûriye dikin hedef û guhertina demografiyê li herêmên dagirkirî hatin şermezarkirin.

Di daxuyanê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide binketinên xwe û aloziyên xwe yên hundirîn bi rêya bikaranîna çekên qedexekirî û balafirên keşfê ku kesayetên neteweyî li Bakur û Rojhilate Sûriye dike hedef, veşêre.

Her wiha hat piştrastkirin ku ew ê li hemberî sûcên dewleta Tirk bê deng nemînin û parastina xaka xwe bikin.

(dm)

ANHA