Yekitiya Odeyên Pîşesaziyê û Endezyaran siyaseta PDK`ê şermezar kir

Çalakvanên li dergeha Sêmalkayê israra PDK`ê ya radestnekirina cenazeyên şehîdan û siyaseta PDK`ê şermezar kirin.

Yekitiya Odeyên Pîşesaziyê û Endezyaran siyaseta PDK`ê şermezar kir
16 mijdar, 2021   13:45
QAMIŞLO

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlêbûna li konê çalakiyê yê li dergeha Sêmalkayê didomînin. Çalakî derbasî roja xwe ya 43`yan bû.

PDK red dike ku cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî ku di encama kemîna hêzên PDK`ê ya li Xelîfanê de şehîd bûbûn, radest bike.

Ji 5’ê Cotmeha borî ve şêniyên herêmê berê xwe didin çalakiya konvedanê. Çalakiya konvedanê li ser xwesteka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê dest pê kiribû.

Îro Yekitiya Endezyaran a Herêma Cizîrê û odeyên pîşesaziyê yên Qamişloyê her wiha mêvanên ji Şehbayê berê xwe da dergeha Sêmalkayê da ku tev li çalakiya konvedanê bibin.

Endamên Yekitiya Endezyaran û odeyên pîşesaziyê li qada dergeha Sêmalkayê kom bûn û berê xwe da dergeha Pêşxabûrê û dirûşmên şermezarkirina xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re berz kirin.

Li dergeha Pêşxabûrê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Odeya Pîşesaziyê ya Kantona Qamişloyê Newroz Ehmed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de israra PDK`ê ya radestnekirina cenazeyên şehîdan hat şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi hevkariya PDK`ê a bi dewleta Tirk re di demekê de ku divê yekitiya kurdî pêk bihata, hate kirin û hate piştrastkirin ku tişta ku PDK dike, dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk.

Hate gotin ku gerîla û şoreşgerên ku cenazeyên wan hatine ragirtin, parastina rûmet û destkeftiyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dikir. Di daxuyaniyê de bang li desteyên navneteweyî, Xaça Sor û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku cenazeyên şehîdan radest bikin.

Tê payîn ku sibe şêniyên bajarê Hesekê berê xwe bidin çalakiya konvedanê.

(bx)

ANHA