Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê bang li gelê Başûr kir: Ji warê xwe koç nekin

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bi daxuyaniyekê bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir ku ji warê xwe koç nekin, li şûna vê yekê hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bi kar bînin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê bang li gelê Başûr kir: Ji warê xwe koç nekin
12 mijdar, 2021   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê têkildarê trajediya koçberên Başûrê Kurdistanê ya li daristanên ser sînorê Belarûs û Polonyayê daxuyaniyek da û ragihand ku ev trajedî çavkaniya xwe ji desthilatiya 30 salî ya Başûrê Kurdistanê û ji siyasetên dewletên dagirker bi taybetî dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê digire.

Komîte diyar dike ku li gorî bîlançoyan di nava salekê de zêdetirê 30 hezar Kurd ji Başûrê Kurdistanê koçberî welatên derve bûne û ragihand, "Ev nîşaneyeke metirsîdare ku wê bandorê li ser çarenûs û pêşeroja neteweya me dike."

Di daxuyaniya komîteyê de sedemên koçkirina Kurdan ji Başûrê Kurdistanê bi du xalên bingehîn ve hatiye vegotin ku wiha ne: "Yekem, gelê me li Başûrê Kurdistanê bi navê azadî, demokrasî, wekhevî, edalet û welatparêziyê têkoşîneke mezin birêve biriye ku bi Raperîna bi heybet ya sala 1991’an ve gihîştiye lûtkeyê û statuyeke siyasî ji bo vê beşa welat derxistiye holê. Lê piştî salan ji ber nebûna azadî, demokrasî, wekhevî, edalet, azadiya fikir û raman û her wiha derketina hêmanên weke gendelî, bêkarî, rewşa xirab a aborî û di encamê de bê hêvîbûna li hemberî sererastkirinê kir ku pêlekî metirsîdar a koçkirina ciwan, pîr, jin û zarokan destpê bike.

Duyem, dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê bi taybetî dewleta Tirk ji aliyekî ve bi hevkariya hêzên kirêgirtî xaka Başûrê Kurdistanê dagir dikin û komên tundrew ên cîhadî li wir bi cih dikin. Ji aliyê din ve jî bi rêya komên mafya, qaçaxçî û sîxurtiyê ji bo koçberkirina gelê me ji bo derveyî welat rê xweş dikin û bi taybetî di vê mijarê de giraniyê didin ciwanan. Bi vê şêweyê dixwazin bi dagirkerî û bi koçberkirinê re demografyaya Başûrê Kurdistanê biguherînin, ji nasnameya Kurdî paqij bikin û weguherînin herêmekî yê ji bo belavkirina nasyonalîzma faşsîtî ya Tirk û bîrdoziya tundrew ya cîhadî. Ev yek pêleke bi plan û programkirî ye û bi armanca şerê taybet ê ji bo valakirina Kurdistanê û guhertina demografiyaya welatê me ye."

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê işaret bi axaftinên berdevkê PDK’ê Sefîn Dizeyî dike û dibêje: "Cihê matmayînê ye ku Berdevkê PDK’ê Birêz Sefîn Dizeyî li şûna ku wan rastiyana bibîne, ji bo nixumandina tawan û şermezariyên desthilata PDK’ê devdirêjiyê li Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê dike."

Komîteyê di dewamê de hevxembûyîna xwe ya bi trajediya koçberên Kurd ên li ser sînorên Belarûs û Polonyayê anî ziman û ev bang kir, "Bang li gelê me û bi taybetî ciwana dikin ku welatê xwe neterikînin û hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bikar bînin.

Her wiha bang li hêzên neteweyî dikin ku bi têgihîştina vê rastiyê ku ev koçkirine encamê siyaseta wan e, rê û rêbazên pêwîst ji bo parastin û bi hewarçûyîna koçberên Kurd pêk bînin."

Komîteyê bang li desthilatdarên PDK’ê jî kir û ragihand: "Bang li desthilatdarên PDK’ê jî dikin ku vê rewşê baş bixwînin û li şûna ku sûcê biavêjin ser milê wê û vê, xwe berpirsiyarê sereke yê derketina rewşa koçberiya gelê me bizanin û di vê çarçoveyê de gavên pêwîst biavêjin. Pêwîste azadî, asayîş û derfetên kat û jiyana bi rûmet ji bo hemû welatiyan bên dabînkirin û bingehê koçkirin û koçberbûnê ji holê were rakirin."