Keştiya Azadiyê li Nepolî bi girseyî hat pêşwazîkirin

Keştiya Azadiyê ku bi daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan ji Atînayê bi rê ketibû, gihîşt bajarê Napolî yê Îtalyayê û bi girseyî hatin pêşwazîkirin.

Keştiya Azadiyê li Nepolî bi girseyî hat pêşwazîkirin
12 mijdar, 2021   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Aktîvîstên 'Keştiya Azadiyê' ku 9'ê mijdarê ji herêma Lavrîo ya paytexta Yewnanistan a Atînayê bi rê ketin, îro di salvegera 23'an a hatina rêber Abdullah Ocalan a ji bo Îtalyayê, gihîştin bajarê Napolî. Derdora 40 aktîvîst, nûnerên civakî yên sivîl, parêzer, rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên ji deverên cuda yên cîhanê li bajarê Napolî bi rengekî girseyî hatin pêşwazîkirin.

Bi vê çalakiyê re ku di heman demê de weke 'Karwanê Azadiyê' jî tê pênasekirin, daxwaza azadiya Ocalan tê kirin. Her wiha tê xwestin ku projeya konfederalîzma demokratîk a Ocalan bigihêje girseyên gel û têkoşîna li dijî êrişên dewleta tirk bê mezinkirin.

Li Napolî jî bernameyeke berfireh heye. 'Keştiya Azadiyê' li qada Pisacane ya bendera Napolî daxuyanî tê dayîn. 

Saet di 16:00 de jî wê li Modernissimo Sînemayê ya li Cisterna dell'Olio'yê bi beşdariya gel konferansek bê lidarxistin.

Saet di 21:00 de wê li Ex Asilo Filangieri'yê (vico Maffei) konserek bê dayîn.