Li wîlayeta Nangarhar a Efganistanê teqînek pêk hat

Îro di dema nimêja Înê de li mizgefteke wîlayeta Nangarhar a Efganistanê teqînek pêk hat. Wekî bîlançoya destpêkê, di teqînê de 12 kes birîndar bûne.

Li wîlayeta Nangarhar a Efganistanê teqînek pêk hat
12 mijdar, 2021   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî AFP`ê, rayedarekî tevgera Talîban ragihand ku li mizgefteke wîlayeta Nangarhar a Efganistanê îro di dema nimêja Înê de teqînek pêk hatiye.

Niştecihên herêmê jî ji Reutersê re ragihandin ku teqîn li mizgefta li herêma Sebîn Gar ya herêma Nangarhar a rojhilatê Efganistanê rûdaye û di encamê de herî kêm 12 kes birîndar bûne.

Meha borî, di teqîna li mizgefteke Şîa li bajarê Qendehar de 62 kes hatibûn kuştin û bi dehan birîndar bûbûn.

(cx)