Belavia: Tirkiyê rê nade sûrî, iraqî û yemeniyan ku bi balafirên wê biçin Belarûsê

Şîrketa Balafiran a Belarûsê “Belavia” got piştî aloziya penaberan hikumeta Tirkiyê rê nade welatiyên Sûriyê, Iraqê û Yemenê bi rêya hewayê biçin Belarûs.

Belavia: Tirkiyê rê nade sûrî, iraqî û yemeniyan ku bi balafirên wê biçin Belarûsê
12 mijdar, 2021   11:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketa balafiran a Belarûsê “Belavia” îro ragihand ku hikumeta Tirkiyê dê rê nede welatiyên Sûriyê, Iraqê û Yemenê ku bi rêwîtiyên hewayê biçin Belarûsê, ku Yekitiya Ewropayê Belarûs bi anîna koçberan bo Ewropayê tawanbar dike.

Girêdayî heman mijarê de şîrketa Belavia di daxuyaniyeke xwe de got: “Li ser biryara hikumeta Tirkiyê ji roja înê ve nabe welatiyên iraqî, sûrî û yemenî bi rêya balafiran ji Tirkiyê biçin Belarûsê.”

Serokê Partiya Gel a Ewropayê Manfred Weber duh gefa qedexekirina rêwîtiyên hewayê yên Tirkiyê ji welatên YE`yê xwaribû û Enqere ji bikaranîna rêwîtiyên hewayî ji bo bazirganiya mirovan hişyar kiribû.

Li gorî daneyên rayedarên Berlînê parve kirine, li Almanyayê hejmara penaberên ku ji Belarûsê bi rêya Polanyayê tên, zêde bûye. Di Cotmehê de hejmara penaberan gihaşt nêzî 5 hezarî.

 (şx)