Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Zapê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ku 14'ê Cotmehê li herêma Zapê hatî lidarxistin û di encamê de 2 dagirker hatin kuştin, weşand.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Zapê weşand
12 mijdar, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

14'ê Cotmehê saet di 16:45'an li herêma Zapê li dijî çepereke A-4 a dagirkerên li Kela Bedewê, hêzên me çalakiyek kirin. Di encama vê çalakiyê de çeperek û çekek A-4 hatin îmhakirin, 2 dagirker hatin cezakirin."