Şerê hêzên hikumtê û çeteyên Tirkiyê li Idlibê dewam dike

Li gundewarê Idlibê û gundewarê bakur rojavayê Hemayê, şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike.

Şerê hêzên hikumtê û çeteyên Tirkiyê li Idlibê dewam dike
12 mijdar, 2021   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku vê sibehê li derdora Filêfil û Fetîra yên li çiyayê Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê ji aliyekî ve û çeteyên dewleta Tirk ji aliyekî din ve, nuqteyên hev bi çekên giran topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyan ên li Qilêdîn û El-Enkawî yên Sehil El-Xab a gundewarê bakur rojavayê Hemayê hedef girtin. Têkildarî kuştî û birîndaran tu agahî nehatin bidestxistin.

(dx)