Malbatên girtiyên Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Malbatên rêber Abdullah Ocalan, Hamilî Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûrtiya girtîgehê dan.

Malbatên girtiyên Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12 mijdar, 2021   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan, birayê rêber Abdullah Ocalan û wasîyê wî Mazlûm Dînç, her wiha malbata girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo ku Duşemê hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji bo hevdîtinê serî li Midûrtiya Înfaz û Cezayê ya Girtî ya bi Ewlehiya Şidiyayî ya Tîpa F'yê ya Îmraliyê dan.