Dîplomasî…Şerê wekaletê li dijî Lubnanê

Bi gurbûna krîza dîplomasiyê re di navbera Lubnan û Kendavê de ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê, gelo rastiya veguherandina Lubnanê ber bi qada tesfiyekirina hesabên di navbera Riyad û Tehranê de eşkere dibe? Gelo dê rê li şerekî mezhebi li Lubnanê veke?

Dîplomasî…Şerê wekaletê li dijî Lubnanê
11 mijdar, 2021   07:38
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Krîza Lubnan-Kendavê sînorê hevrikên siyasî yê yekalî derbas kir û diyar e ku şerekî bi wekalet e. Eşkere ye ku Lubnan di vî şerî de hem hevrik hem jî hevalbend e. Her wiha bi belavkirina daxuyaniyên wezîrê ragihandinê yê Lubnanê Corc Qirdahî re beriya ku erka xwe wergire, Erebistana Siûdiyê li hember wan daxuyaniyan hêrs bû, piştre Îmarat, Behreyn û Kuwêt jî hêrs bûn. Bi wê re protokolên dîplomasî yên danûstandina bi rewşê de asta xwe derbas kirin.

Li aliyekî din jî, di rêya xwe de diçin, ne îstîfa ne jî îşretê bi wê dikin, qebûl dikin û derbarê helwestên xwe yên siyasî red dikin ku lêborîn bixwazin. Bi wê yekê hikumeta ku navê rizgariyê li xwe kiriye veguherî hikumeta xeniqandina welat bi dewletên cîran re. Ew jî piştî hikumet kete destê Hizbullah û bû mertalek li hember Erebistana Siûdiyê.

Mijar ne girêdayî daxuyaniyên têkildarî şerê li dijî Yemenê bû ku kesayetekî Lubnanê kirine, nakokî ji wê kûrtir e û vedigere dijberiya di navbera Erebistana Siûdiyê û Îranê û Lubnan berdêla wê dide.

Çavdêr dibînin ku sedema yekemîn û yekser a serweriya Hizbullah xemsarî ye û ya din jî dijminahiya nerm a di navbera Riyad û hevalbendên wê yên li Lubnanê ye, bi taybet Seed El-Herîrî ku hişt Hizbullah derbasî nava hikumetê bibe. Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdiyê daxuyandibû ku krîza dîplomasî ya bi Lubnanê re vedigere hegemoniya Hizbullah li ser welat  û tu sûd ji danûstandina bi hikumetekê re digel hegemona heyî tune ne.

Encama van tevahî yek e, ew jî aloziya bi navê Qirdahî ye û li pişt perdeyan aloziyeke bi salan di dnavbera Tehran û Riyadê de heye. Îro jî Lubnan berdêla wê dide ku yan li gel wan yek ji wan bisekine. Lê di her du îhtîmalan de dê derbeyeke giran bixwe.

Sûriye, Iraq, Yemen, Lubnan û Behreyn…hîna qadên şer ên di navbera Siûdiyê û Îranê de ne. Lê nakokî û dijberiya ku îro li dar e, dikeve xaneke tûj û dê bi wê re guhartinên nû yên herêmî çêkin.

HEVRIKÎ, ÇIMA NIHA?

Dîmena Lubnanê ji panoramaya herêmî û navneteweyî ne cuda ye. Rageşiya Siûdiyê ya li hember Lubnanê ji aliyên siyasî û aborî ve digel şêwirên Îran-Siûdiyê yên ji mehan ve berdewan in, pêk tê da ku bigihînin çareyeke dawî ya nakokiya dualî. Ew nakokiya beriya salan li herêmê çêbûye û hîna çareser nebûye.

Agirê di gelek eniyan de pê ketiye, di serî de jî Yemenê û ji 2015’an ve Tehran û Riyad dosyayên bigirêk li ser welatekî wêrankirî dimeşînin. Her wiha koalîsyona bi serkêşiya Riyadê piştevaniya hikumeta Yemenê dike û Tehran jî piştevaniya Hûsiyan dike.

Têkildarî vê yekê, pisporan da zanîn ku Riyad fişarekê li Lubnanê dike ku helwesta xwe li hember Hizbullah tundirtir bike, da ku di civînên navbera Siûdiyê û Îranê de, Tehran di dosyaya Yemenê de gelek tawîzan bide Siûdiyê.

Ev yek tedbîreke şantajkirina siyasî ye û di demekê de ku Lubnan ji bo pêşketina rewşa xwe pişta xwe dide Riyadê pêk hat.

Nayê eşkerekirin ku di demeke nêz de rewşa aborî ya li Lubnanê çareser bibe, bi wê re li hember hikumeta ku piştî valahiya siyasî hatiye avakirin gelek astengiyan datîne.  Li aliyekî din jî ji çend hefteyan de Hizbullah dibe sedema binketina rûniştinan. Ji ber ku bi xwesteka xwe ya îstîfakirina lêpirsînerê edlî dozger Tariq Bîtar ve girêdayî ye ku sûca teqîna bendera Beyrûtê lêpirsîn dike.

Hegemoniya Hizbullah li ser metoda siyasî ya Lubnanê û astengiya wê li hember rewşa Lubnanê dê bihêle Lubnan Erebistana Siûdiyê ji dest bide ku pişta xwe di aliyên siyasî û aborî de didayê. Li beramber wê jî dê Riyad Beyrûtê ji dest bide û bi wê re Îran hebûna xwe li wir xurt bike. Ev yek jî li hember hikumeta Lubnan ezmûneke mezin e ku bi hêzeke mezin li ser pêyan bisekine. Dê rojên bê bibin bersiva vê yekê û hin pêşdeçûnên din ku li welatekî her tim surpirîz hene, were dayîn.

REWŞ BER BI ŞEREKÎ MEZHEBÎ VE DIÇE

Senaryoyên surrealist gelek in. Bi her aloziyeke siyasî re li welêt şerê mezhebî ya herî zêde di asoyan de xuya dike. Eger topa berfê ya Îran û Erebistana Siûdî ber bi Lubnanê ve bixuşe, li gorî gelekan wê şerek mezhebî li welêt rû bide. Li rex ku kolana lubanên ji bûyera Şiweya û heta bûyerên Xelda û Tiwêne bi hêrs in.

Ne dûr e bi alozbûna nakokiyê re, li hundir bertekên xwedî taybetmendiyên mezhebî derkevin. Da ku sînaryoya Tiwênayê dubare bibe. Lê vê carê wê bigihêje herêmên sune û şîe. Wê demê bi rastî Lubnan derbasî aloztirîn pêvajoyên tesfiyekirina hesabên navneteweyî bibe ku berê gelek caran derbasî bûyê.

Mîna her car, lubnanî berdêlê vê yekê didin. A ku lubnaniyan bi fikar dike, tunebûna çareseriyê li asoyan e. Qirdahî bi helwesta xwe ve girêdayî ye û Hizbullah piştgiriya Qirdahî dike û îstîfakirina wî red dike. Mîqatî jî destek ji Amerîka û Fransayê girt da ku hikumeta xwe dewam bike.

Yanî îstîfa ne di rojevê de ye. Heta pêk were jî ev tê wateya pêkhatina aloziyeke din ku hilbijartinan asteng bike û agirê di hundir, li ser astên têkiliyên erebî û navneteweyî de gur bike.

 Heke hêzên herêmî û navneteweyî di demeke nêz de mudexele nekir û alozî çareser nekir, ev yek dihêle ku kolana Lubnanê bibe bombeyeke demkî ku nediyar e kengî biteqe.

(fr-şx)

ANHA