Komkujiya Hilêliyê…Partiya Aştî ya Demokrat banga yekitiyê li hêzên Kurd kir

Partiya Aştî ya Demokrat bang li hêzên Kurd kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin yek. Her wiha destnîşan kir ku komkujiya Hilêliyê kîna hikumeta Erdogan diyar dike piştî ku QSD`ê DAIŞ têk bir.

Komkujiya Hilêliyê…Partiya Aştî ya Demokrat banga yekitiyê li hêzên Kurd kir
11 mijdar, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanê îro têkildarî komkujiya Hilêliyê daxuyaniyek de û tê de got: “Di 9`ê Mijdarê de droneke dewleta Tirk a dagirker erebeyeke sivîl kir armanc û 3 welatî ji malbata Gulo şehîd bûn. Ji wan kesayetê welatparêz Yusif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed."

Partiyê da zanîn ku ev komkujî berdewama siyaseta qirkirinê ye ku dewleta Tirk li dijî pêkhateyên herêmê dimeşîn û  bi taybet li dijî gelê Kurd.

Partiyê anî ziman ku ev êrişa tirsonak asta kîna dewleta Tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ewlehiya li herêmê diyar dike, bi taybet piştî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) DAIŞ têk bir ku bi desteka yekser a dewleta Tirk tevger dike.

Partiyê sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwest û bi tundî êrişa nû ya dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Partiya Aştî ya Demokrat a Kurdistanê di dawiyê de ev bang kir:"Em bang li hêz û partiyên Kurd dikin ku nakokiyên xwe bide aliyekî û li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin yek ku armanc dike destkeftiyên bi saya xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.”

(şx)

ANHA