Şêniyên Qamişlo: Em ê tu carî li hemberî êrişên dewleta Tirk teslîm nebin

Şêniyên ku tevlî xwepêşandan ji bo şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke sivîlan li taxa Hilêliyê bûne, diyar kir ku dewleta Tirk a qirker van êrişan bi armanca derxistina tevlîheviyan di nava gel de pêk tîne û ew ê li hemberî van sûcan tu carî teslîm nebin.

Şêniyên Qamişlo: Em ê tu carî li hemberî êrişên dewleta Tirk teslîm nebin
11 mijdar, 2021   07:02
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Di 9’ê Mijdarê de piştî nîvro dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov êrişek li taxa Hilêliyê ya Qamişlo pêk anî, di encama êrişê de welatiyê bi navê Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo, şehîd bûn.

Ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk a qirker li dijî malbata Gulo pêk aniye û hevgirtina bi malbata her sê şehîdan re, duh bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo bi dirûşma “Em ê heta dawiyê xwedî li şerê gel ê şoreşger derkevin” xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên ku tevlî xwepêşandanê bûn nêrîna xwe bi ajansa me re parve kirin.

Şêniya bi navê Perwîn Îbrahîm sersaxî ji malbata Gulo re xwest û diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina komkujiyê daketine qadan û wiha got: “Ew êriş bi zanebûn bû. Em gelê Kurd, em ê li ser piyan bimînin û tu carî teslîm nabin.”

Perwîn Îbrahîm da zanîn ku Erdogan van sûcan bi plan dike û wiha lê zêde kir: “Em li ser axa xwe ne, çi ji me dixwaze?.”

Perwîn Îbrahîm da zanîn ku bila dewleta Tirk a qirker bizanibe ku îro ew wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji her demê xurttir in.

Şêniya bi navê Hafîze Umer jî wiha got: “Em îro daketine qadan, da ku piştgiriya malbata Gulo bikin. Malbata Gulo malbateke xwedî hêz, şeref û erk e.”

Hafîze Umer jî da zanîn ku ev komkujî ji aliyê Erdogan û hevalbendên wî ve pêk hat û wiha dom kir: “Em bi tundî şermezar dikin, bila Erdogan nefikire ku rojekê mîna dizan were malekê bidize û biçe. Bila bizanibe em ê li ser piyan bimînin heta em Rojava û Kurdistanê bi tevahî rizgar dikin.”

Hafîze Umer da xuyakirin ku ew ê wek gelên welatparêz û malbatên şehîdan her dem li ser piyan bin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Dê dawiya Erdogan li ser destê ciwanên Rojava be.”

ANHA