​​​​​​​Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî sibê dest pê dike

Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî ku îsal cara pêncemîn li dar dikeve, dê sibê dest pê bike.

​​​​​​​Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî sibê dest pê dike
9 mijdar, 2021   10:00
QAMIŞLO

Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî ya Pêncemîn, îsal dê di 11'ê Cotmehê de bihata lidarxistin. Mîhrîcan ji ber şewba Koronayê hatibû taloqkirin û sibê dê dest pê bike.

Endama komîteya amadekar a mîhrîcanê Nerîman Evdikê diyar kir ku îsal beşdarî ji derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî çêbûye û beşdarên ji tevahiya Kurdistan û cîhanê jî berhemên xwe şandine.

Nerîman Evdikê destnîşan kir ku mîhrîcan 4 rojan dewam dike lê par ji ber şewba Koronayê demkurt bû û diyar kir ku îsal jî ji ber heman sedemê dê mîhrîcan bi tene rojekê bidome.

Nerîman Evdikê her wiha diyar kir îsal tenê dê ji bo çîrokên bi kurdî û erebî pêşbirk çêbe û temaya çîrokan jî dê 'şoreş' be.

BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ

Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî ya Pêncemîn sibê saet di 14.00'an de dê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê dest pê bike.

Di çarçoveya bernameyê de dê sînevîzyonek li ser jiyana Osman Sebrî, semînerên li ser wêjeyê û xwendina çîrokên beşdaran dê bên pêşkêşkirin. Her wiha di mîhrîcanê de dê şano, xwendina helbestan û muzîk jî hebin û dê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bibe.

ANHA