Meclisa Şehbayê bang li hikumeta Şamê kir ku erkên xwe pêk bîne

Meclisa Kantona Şehbayê gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li sûriyan kir ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin. Her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku erkên xwe yên dîplomatîk bîne cih û dagirkeriya Tirk li Sûriyê bi dawî bike.

Meclisa Şehbayê bang li hikumeta Şamê kir ku erkên xwe pêk bîne
9 mijdar, 2021   10:11
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Kantona Şehbayê, meclis, komîn û yekitiyên sivîl îro li pêşiya navenda meclisê ya li navçeya Fafînê kom bûn. Beşdaran têkildarî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Hevserokê meclisê Mihemed Hec Îsa daxuyanî xwend. Tê de ev yek hat gotin: “Ji ber ku herêma Şehbayê dergeheke girîng a Rojhilata Navîn e û li ser çanda civaka Sûriyê û pirrengiya olî nimûne ye, dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê Cerablus, Bab, Ezaz dagir kirin û bi rêya koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyan û koçberan li şûna wan, demografiya herêmê guherand.”

Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker siyaseteke dijminane li dijî gelên herêmên dimeşîne, dibistan bi zimanê tirkî vekirin, ala xwe li ser saziyan daliqand. Her wiha gelek komkujî pêk anîn, şênî revandin û îşkence li wan kirin da ku wan koçber bike. Ji bo çawisandina nasnameya herêmê jî, şûnwarên wê yên dîrokî talan kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erdogan di vê dawiyê de gefên xwe li dijî herêmên Şehba, Minbic û rojhilatê Firatê zêde kirin da ku xof û tirsê bixe nava şêniyan lê gelê herêmê li dijî vê yekê li ber xwe da, daket qadan û li dijî dagirkeriyê sekinî.

Di daxuyaniyê de sûc û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û bang li sûriyan hat kirin ku li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. Her wiha bang li civata navneteweyî hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk bike da ku wê ji bakurê Sûriyê derxe û sûcên wê rawestîne.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê hat kirin ku erka xwe ya dîplomatîk pêk bîne û dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyê bi dawî bike.

(şx)

ANHA