Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibinin, serî li dozgeriyê da.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
9 mijdar, 2021   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ji bo ku muwekîlên xwe bibinin, serî li dozgeriyê ya dewleta Tirk da.

Parêzer Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da, her wiha parêzeran serî Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê jî da.