Kurmamê şehîd Serdem Cûdî ji Sêmalkayê bang li parlamanto û partiyên Başûr kir

Kurmamê şehîd Serdem Cûdî bang li partî û parlamantoya Başûrê Kurdistanê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û sînorekî ji xeta îxanetê ya PDK`ê ya li dijî gelê Kurd re deynin.

Kurmamê şehîd Serdem Cûdî ji Sêmalkayê bang li parlamanto û partiyên Başûr kir
8 mijdar, 2021   13:59
QAMIŞLO

Şêniyên herêma Cizîrê hîna berê xwe didin dergeha Sêmalka ya li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê da ku beşdarî çalakiya konvedanê bibin. Çalakî ji 5`ê Cotmehê ve ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve tê organîzekirin. Xwepêşandêr îxaneta PDK`ê wek hedefgirtina yekitiya Kurdan bi nav dikin.

Di roja 34`an a çalakiyê de, şandeyeke Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê serdana konê çalakiyê kir. Li wê derê, kurmamê şehîd Serdem Cûdî, Yûsif Remedan axivî û piştrast kir ku heta ku bersiva daxwazên wan tê dayîn, ew ê çalakiya xwe bidomînin û got: “Ji mafê malbatên şehîdan e ku şehîdên xwe li nêzî xwe veşêrin.”

Yûsif Remedan bang li partiyên Başûrê Kurdistanê, parlamantoyê Başûr û rewşenbîran kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û sînorekî ji xeta xiyanetê re deynin a ku zirarê dide yekitiya kurdî.

Li gorî daxuyaniya HPG`ê, di 28-29`ê Tebaxa borî de hêzên PDK’ê li herêma Xelîfanê kemînek danî pêş yekîneyeke gerîla ku ji 7 kesan pêk dihat û di encamê de 5 gerîla şehîd bûn (di nav de şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî jî hene), gerîlayek bi birîndarî dîl hate girtin, gerîlayekî jî bi saxî xwe gihand hevalên xwe.

)cx)

ANHA