Li Şamê di nava 2 hefteyan de 17 pêketiyên nexweşiya El-Fitir El-Eswed

Serokê beşa lênerînê ya desteya giştî ya nexweşxaneya Şamê got di nava 2 hefteyên borî de nexweşxaneyê 17 nexweşên El-Fitir El-Eswed  (Black fungus)pêşwazî kirine.

Li Şamê di nava 2 hefteyan de 17 pêketiyên nexweşiya El-Fitir El-Eswed
8 mijdar, 2021   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê beşa lênerînê ya nexweşxaneya Şamê Dr. Samir Umer Yehyawî eşkere kir ku nexweşxaneyê di demên dawî de 17 nexweşên El-Fitir El-Eswed pêşwazî kirine.

Bijîşk ji ajansa SANA`yê re diyar kir ku 17 pêketî ji kesên parastina wan a tekakesî zêde ne baş e, nexweşiya şekir û yên ku bi vîrusa Koronayê ketine.

Her wiha destnîşan kir ku zêdetirî ji sedî 50 ji nexweşan ji nexweşxaneyê derketin, rêjeya mirinê ji sedî 20 derbas nekiriye û got tesbîtkirin û dermankirina zû dihêle ku bi awayekî zû baş bibin.

Têkildarî nîşaneyên nexweşiyê, bijîşk got tu nîşaneyên diyar tune ne, lê hin caran giranî di serî û rû de çêdibe û êşeke giran di poz digire.

 (bx)