Nivîsgeha Parastina Zarokan li dijî xebitandina zarokan hemleyek da destpêkirin

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de li kantona Hesekê bi dirûşma "Parastina zarokan erka me ye" dest bi hemleya hişyarkirinê kir.

Nivîsgeha Parastina Zarokan li dijî xebitandina zarokan hemleyek da destpêkirin
8 mijdar, 2021   13:33
HESEKÊ

Bi armanca hişyarkirina civakê ji metirsiyên xebitandina zarokan, Nivîsgeha Parastina Zarokan a kantona Hesekê îro bi rêya belavkirina belavokên li djiî xebitandina zarokan dest bi hemleyê kir.

Di pêngava bi navê "Parastina zarokan erka me ye" dê belavok werin belavkirin, civîn werin lidarxistin da ku xebitandina zarokan were rawestandin û zarok vegerin dibistanên xwe.

Nivîsgehê îro belavok li şênî û xwediyên dikanan belav kirin. Her wiha pankarên "Na ji keysbazkirina karê zarokan re", "Em guh bidin wan, ji ber ku ew pêşeroj in" û "Xebitandina zarokan rawestînin" hatin daliqandin.

Têkildarî pêngavê hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan a Kantona Hesekê Xalid Cebir wiha got: "Pêngav hişyarî ye da ku sînor ji keysbazkirina zarokan re di xebatên ne li gorî temenê wan de were danîn."

Cebir diyar kir ku pêngav li gorî Biryara 9’an a Rêveberiya Xweser e ku temenê zarokan û şertên kar diyar dike. Cebir piştrast kir ku pêngav dê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bikeve.

Cebir destnîşan kir ku dema pêngava hişyarkirinê bi dawî bibe, dê panelên hişyarkirinê ji şêniyan re li dar bixin û ev jî dê bi rêya komînên li bajar pêk were. Her wiha destnîşan kir ku armanc ji vê yekê ew e ku ji vê diyardeya ne li gorî civakê xilas bibin.

Cebir di dawiyê de bang li şêniyan kir ku alîkariya wan bikin da ku diyardeya xebitandina zarokan asteng bikin.

(bx)

ANHA