2 endamên hêzên hikumeta Şamê bi guleyên çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

2 encamên hêzên hikumeta Şamê bi guleya çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. Yê yekekmîn li eniya Marat Mûxas a gundewarên Idlibê û yê din jî li eniya Bestrûn a gundewarên Helebê. Her wiha duh bi şev li eniyên “herêma bê çek” di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de şer derket.

2 endamên hêzên hikumeta Şamê bi guleyên çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
1 mijdar, 2021   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku 2 endamên hêzên hikumeta Şamê bi guleya çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin yek li eniya Marat Mûxis a gundewarên Idlibê û yê din jî li eniya Bestrûn a gundewarên Helebê.

Her wiha şevê din di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê de şer derket. Ji ber hêzên hikumeta Şamê hewl dan mayînan li eniya Bestrûn a gundewarên rojavayê Helebê daynin, çeteyên dewleta Tirk jî kombûna hêzên hikumetê li eniyê topbaran kir.

Hêzên hikumeta Şam gundê El-Şêx Sindiyan ê gundewarê Idlibê ku nêzî Hemayê ye, topbaran kir.

(bx)