Sewqiyatên mezin ên hêzên hikumeta Şamê li nêzî Babê

SOHR`ê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi desteka balafirên Rûsyayê sewqiyatên mezin şandin gundewarên bajarê Babê yê gundewarê rojhilatê Helebê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ve hatiye dagirkirin.

Sewqiyatên mezin ên hêzên hikumeta Şamê li nêzî Babê
1 mijdar, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bi parastina helîkopterên Rûsyayê di çend saetên dawîn de sewqiyatên mezin şandine eniyên Til Rihal, Digilbaş û Til Zoyan ên li nêzî bajarê Babê yê gundewarê rojhilatê Helebê ku ji tank, moşekavêj, cebilxaneya leşkerî û lojistîk pêk tên.

Her wiha sewqiyatên din ji balafirgeha Giwêrisê ya leşkerî şandin bajarê Tadefê yê nêzî Babê.

Hemwextî van sewqiyatan, hewldanên Rûsya û dewleta Tirk ên ji bo çareserkirina pirsgirêka Idlibê bin ketin ku dewleta Tirk sewqiyatên mezin dişîne wir.

(şx)