​​​​​​​Rojnameyên erebî: Gaza Îsraîlê di Sûriyê re ber bi Lubnanê ve diçe

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, aloziya Lubnan û Sûdanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Gaza Îsraîlê di Sûriyê re ber bi Lubnanê ve diçe
27 cotmeh, 2021   07:07
NAVENDA NÛÇEYAN

GAZA ÎSRAÎLÎ BER BI SÛRIYÊ Û LUBNAN VE DIÇE..ARMANC ÎRAN E

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat got: "Gaza ku di lûleyên Ereban de ji Misir bi rêya Urdun û Sûriyê dighêje Lubnanê gaza îsraîlî ye. Kehrebeya ku bi rêya Sûriyê ji Urdunê dighêje Lubnanê ew jî îsraîlî ye. Ev yek jî li gorî peymana ku beriya çend salan ji aliyê Amos Hochstein ku ew jî yek ji mezintirîn diplomatên enerjiyê di Wezareta Karên Derveya ya Amerîkayê de ye pêk hat."

Amos Hochstein bi xwe beriya çend rojan danûstandinên sînorê Îsraîl – Lubnanê bi rêve bir û agahî da Beyrûtê ku xeta gaza erebî ne di nava cezayên Qeyser a Amerîka de ye.

Gelek nîşane hene diyar dikin ku projeya gazê armancên xwe yên siyasî ji bo sekandina li hemberî hebûna Îranê li Sûriyê û Lubnanê ye.

JI BILÎ BERDEWAMKIRINA ŞER TU PÊŞNIYAR LI PÊŞIYA HIZBULLAH TUNE YE

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Hizbullah di şerê El-Teyûna de bi bin ket. Lê tevî biryara meclisa bilind a qezayê ku lêpirsîn didome, bi hêvî ye ku di şerê li dijî dadwerê lêpirsîna teqîna bendera Beyrûtê de Tariq Bîtar de bi bin nekeve."

SÛDAN…FELCBÛNEKE BI TEMAMÎ

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha got: "Ji destpêka ku fermandarê giştî yê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan beriya du rojan rewşa awarte û çareserkirina meclisa serokatî û wezîran ragihand, li 14 bajarên Sûdanê tevlîhevî derket di nav de Xurtûm ku di nava rewşeke felcbûneke giştî de ye."

Her wiha serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hemdûk vegeriya mala xwe û çavkaniyên malbatî got, hevalê  El-Sadiq El-Mehdî ku rêveberekî di partiya El-Ume de bû, duh hate girtin.

Jiyana asayî li Sûdanê hatiye rawestandin nexasim li Xurtûmê. Saziyên giştî, taybet, dukanên bazirganiyê bi giştî girtî ne.

(bx)