Kombûna Jinan a Zenûbiya: Nivîsgeha pirjiniyê hewldanek ji bo kolekirina jinan e

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê diyar kir ku armanc ji vekirina nivîsgeha pirjiniyê li bajarê Ezaz ê dagirkirî kolekirina jinan e û bikaranîna wan wekî alaveke kirîn û firotinê ye.

 Kombûna Jinan a Zenûbiya: Nivîsgeha pirjiniyê hewldanek ji bo kolekirina jinan e
27 cotmeh, 2021   07:14
MINBIC

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê bi siyasetên tirkkirinê, guhertina demgoafîk û sûcên domdar ên li dijî jinan  hewl didin hebûna xwe li herêmên Sûriyê yên ku dagirkirine mayînde bikin.

Çeteyan beriya çend rojan "Nivîsgeha Pirjiniyê" li bajarê Ezaz ê dagirkirî vekir. Li hemberî vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di serî de tevgerên jinan bertekên tund nîşan dan.

Têkildarî mijarê, Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Nesrîn El-Elî got: "Ji sedên salan ve jin di civakê de bi edaetên neheqî tên kontrokirin. Ev zihniyet heya niha berdewam dike, jin wekî xizmetkar  ne wekî ku mirov e û maf û rûmeta wê de civakê de heye, tê dîtin."

Nesrîn El-Elî bal kişand ser gavên erênî yên ku jinan di salên dawî de avêtine û got: "Di salên dawî de me dît ku çawa jinan gavên erênî yên ber bi çav avêtin. Jinan bi îrade û îsrareke xurt şoreşa azadiyê dan destpêkirin û li hemberî zihniyetên desthilatdar şer kirin. Xeta têkoşînê ya jinan berewam dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan mafên xwe bi dest xistin û di hemû qada de dixebitin ku ji tevahî jinên cîhanê re bûne mînak."

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê destnîşan kir ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin jin ji ber qanûnên tund ên li dijî wan hatine danîn, azaran dikişînin û wiha pê de çû: "Vekirina nivîsgeha pirjiniyê li bajarê Ezazê ji bo jinan zilm  û îhanet e. Armanca ji vê yekê kolekirina jinan e. Ev hemû bi navê şerîeta îslamê têne kirin ku ol ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî bi kar tînin."

Nesrîn El-Elî bi navê jinên Minbicê kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên li herêmên dagirkirî şermezar kir û got: "Kesên ku nivîsgeha pirjiniyê vekirine dixwazin jin kole bin û wekî alaveke kirîn û firotine werin bikaranîn."

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Nesrîn El-Elî di dawiya axaftina xwe de bang li jinên li herêmên dagirkirî kir ku li hemberî zihniyeta baviksalarî ku wan weke amûrekê bi kar tîne, hişyar bin.

Endama Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbya ya Minbicê Rabha Bekro got: "Dagirkeriya Tirk binpêkirin û bombebarankirina sivîlan bes nedît, li bajarê Ezazê nivîsgeha pirjiniyê vekir. Armanca ji vê yekê têkbirin û şikandina îradeya jinê ye. Ev kar ne girêdayî ola Îslamê ye."

Rabha Bekro anî ziman ku vekirina vê nivîsgehê dê jinan ji berdewamkirina têkoşîna wan a ji bo rizgarkirina jinan ji zihniyeta baviksalarî, dûr nexe.

(dx)

ANHA